"Zarokên me parastina axa xwe dikin"
Jina bi navê Fatma Omer ku dayika sê şervanên Tevgera Azadiyê ye, tevgera dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nirxand û got: "Gerîla Kurd in û mafê wan ê jiyana li Kurdistanê heye. Lê mafê dewleta tirk tune ye û hebûna wan a li axa me dagirkerî ye. Divê hêzên pêşmerge û gerîla li dijî vê dagirkeriyê di heman çeperê de, şer bikin."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Êrîş û tevgera dagirkeriyê ya dewlet tirk a bi ser xaka Başûrê Kurdistanê ve didome. Dewlet tirk di êrîşan de balafirên şer, çekên giran, çekên fosfor û kîmyewî û riya bejahî bi kar tîne. Şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya pêngava Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de bersiv didin û êrîşan vala derdixin. Jina bi navê Fatima Omer a 61 salî ku dayika du şervanên Tevgera Azadiyê ye, zarokekî wê jî di sala 2003`an de li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye. Fatima zêdetirî 30 salan kar û xebatên eniyê kiriye her wiha çend caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dîtiye. Fatima Omer ji ajansa me re êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK`ê ya bi dewleta tirk re nirxand û banga yekitiya Kurdan kir.
Mala xwe ji Şervanên Tevgera Azadiyê re vekiribû
Fatimayê di destpêkê de behsa Tevgera Azadiyê kir û wiha got: "Ev zêdetirî 30 salan e ku me Tevgera Azadiyê nas kiriye. Wê demê mala me li gundê Xirbê yê bajarê Şamê bû. Min wê demê kar û xebatên rêxistinî di nava gel de dikir, me jê re digot karê Cebhewî. Me civîn çêdikirin, pêşwaziya şervanan û birîndaran dikir. Me karê xwe bi dilsozî û kêfxweşî dikir, ez dikarim bêjim ku mala min bibû mala Tevgerê. Min bi sedan şervanên Tevgera Azadiyê nas kirin, hemû jî di asta zarokên me de bûn. Zarokên me di hembêza şervanên Tevgera Azadiyê de xwedî bûn. Zarokê min Qehreman ku di nava refên Tevgera Azadiyê de şehîd ket, dema ku sibê çavên xwe ji xewê vedikir û didît kes li cem tune ye digirîya. Ji ber vê pêlava xwe dikir bin serê xwe û digot ji bo çi heval çûn ez ê jî bi wan re biçim."
Fatimayê beşdarbûna zarokên xwe di nava refên Tevgera Azadiyê de wiha bi lêv kir: "Di destpêkê de zarokê min Qehreman û pişt re du keçikên min di salên 90`î de beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn. Qehreman di 2003`an de li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Dema ku zarokên me biryar dan, em li pêşiya wan nebûn asteng, me piştgiriya wan kir. Dema Qehreman xatir ji me xwest, ji min re got; ‘Dayê xwe teng û xemgîn neke, ez diçim Kurdistanê bi hevalên xwe re rizgar bikim û ez ê pişt re werim te jî bibim çiyayan.’ Ez bi zarokên xwe serbilind im û tu carî poşman nabim."
Fatimayê di domandina axaftina xwe de hevdîtin û bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman û got: "Di salên 90`î de min Rêber Apo li kampa Lubnanê dît. Her wiha carekê ji me re li Şamê jî civîn çêkir, piştî civînê me bi hev re wêne kişandin. Paşê Rêber Apo got; ka em bi hev re xwarinê bixwin. Ez li cem xwe rûniştandim û ji min re got şerm meke. Gotinên ku ji me re digotin heta niha jî di bîra min de ne, digot; hûn jin blindest in, hûn dixwazin çi bikin. Min jê re got heger wiha biçe, em ê bighîjin asteke baş, Rêberê me te em ji gorê derxistin. Hevdîtinên gelek xweş û bi wate bûn. Dema ku me ew dît jî biryardarî û îsrara me mezintir bû. Roja ku me bihîst Rêber Apo hatiye girtin, ew roja reş bû. Mala me bû şîn û girîn. Zaroka min a biçûk hat cem min û got ka çaqmaqê bide min ez ê agir berdim bedena xwe Serokatî hat girtin."
“Cihê gerîlayan axa Kurdisanê ye"
Fatimayê tevgera dagirkeriya dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê nirxand û got: "Li çiyayên Kurdistanê şerekî dijwar rû dide. Zarok, heval û bi sedan kesên ku di ber van destên me re derbas bûne şerê li hember dagirkeriyê dikin. Dewleta tirk li tevahî Kurdistanê dest bi hemleyeke dagirkeriyê kiriye. Dewleta tirk li Rojavayê Kurdistanê bin ket. Ji ber vê berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Mixabin ku hikumeta Başûrê Kurdistanê hevkariyê bi dewleta tirk re dike. Di meha borî de keça xwîşka min şehîd Sarya li Avaşînê bi êrîşa dewleta tirk a kîmyewî, jiyana xwe ji dest da. Em dizanin ku dewleta tirk dijminê me ye û dixwaze me qir bike lê alîkariya malbata Berzanî ya bi dijmin re me diqeherîne. Em vê hevkariyê şermezar dikin. Bi sedan ji baregehên dewleta tirk li axa Başûrê Kurdistanê hene lê gerîla li çiyayan in. Şervanên Tevgera Azadiya Kurd in û mafên wan heye ku di axa Kurdistanê de bijîn. Lê hebûna dewleta tirk a di axa Kurdistanê de dagirkerî ye û divê hikûmeta Başûrê Kurdisanê di zanebûna planên dewleta tirk de be."
"Divê Pêşmerge û gerîla li hemberî dagirkeriyê şer bikin"
Fatma Omer axaftina xwe bi banga ji bo yekitiya neteweyî bi dawî kir û got: "Dema ku em li nûçeyan tameşe dikin û dibînin zarokên me berxwedaniyeke mezin li dijî dagirkeriyê didin meşandin, em gelek fêfxweş dibin û moral digrin. Weke dayika şehîdan û gerîla banga min ji dayikên pêşmergeyan re heye ku divê zarokên me çeka xwe li hember hev bi kar neynin. Berovajî divê ku di heman çepera şer de li dijî dagirkeriya dewleta tirk şer bikin. Divê êdî em gelê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Dewleta tirk nikare me qir bike, ji ber vê ew dixwaze em gelê Kurd hev qir bikin. Pêwîst e em van planan bi cih neynin. Em ji bajarê Kobanê berxwedaniya Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê silav dikin û baweriya min bi wan heye ku wê serkeftin
a me be."