Zarokên ku di nav şer de mezin bûn dê biçin ser sindoqan

Di tevahî pêvajoyên desthilata AKP’ê de nêzî hezar zarok ji ber polîtîkayên dewletê jiyana xwe ji dest dan. Zarokên Kurd ên li nîvenga şer û pevçûnan mezin bûn îro wê biçin ser sindoqan û dê li gor vê rastiyê dengê xwe bidin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Di pêvajoya desthilata AKP’ê de bi sedan zarok hin caran weke hedefên rasterast hin caran ji ber muhîmatên li heremên bi pevçûn û şer lê diqewimin jiyana xwe ji dest dan. Li ser van komkujiyan hat girtin û berpirsiyar bi bê cezatiyê hatin parastin. Di lêpirsînên ku hatin vekirin de ji bo hîn navan mîna ku xelat hatibe dayîn erka wan hat bilindkirin. AKP’ê yê 21 sal in li desthilatê ye vê yekê parast ku ew di tevahî desthilata wî de cinayetên kiryar nediyar nehatine kirin, lê gelek dosya li refên bi toz kiryar nediyar hatin hiştin.   

Di sala 2006’an de li Amedê dema ku 6 zarok ji ber mudaxaleya hêzên wî jiyana xwe ji dest dan yê ku li hemberî pirsê rojnamegeran bersiva “Hêzên me yên ewlekariyê çi jin be çi zarok be kî dibe bila be wê ya pêwist bike” Recep Tayîp Erdogan bi xwe bû. 

Ev gotin ji aliyê parazvanên mafan ve weke teşwîqa dewletê ya ji bo tundiya li dijî zarokan û wêrekkirina kiryaran hat xwendin.

Komkujiya zarokan

Li Tirkiyeyê bi dehan zarok di bin wesayîtên zirxî de mirin. Ev mirin ji qezayên trafîkê gelek zêdetir bûn. Ev cînayet bi 'îhmalkarî' hatin nixumandin. Hin zarok wek terorîst hatin îlankirin. Wêneyên bi çekên ji bilindahiya wan mezintir li kêleka cenazeyên wan ji çapemeniyê re hatin pêşkêşkirin. Hinekan li parkê dilîstin, hinekan jî di hembêza diya xwe de bûn. Ûgûr, Enes, Ceylan, Furkan, Şîrîn, Cemîle…. Di lîsteya navan de ku her diçe zêde dibe, zarok Kurd bûn. Ev kiryarên ku weke polîtîkayên sîstematîk û tirsandinê dihatin dîtin, di heman demê de dihat wateya berdewamkirina kevneşopiya dewletê jî bi rengekî. Dosyayên ku her carê wekî 'ferd' hatine nîşankirin, di esasê xwe de hilbijartinek birêkûpêk û hişmend bû. Ev hilbijartin di serdema AKP'ê de veguherî komkujiya zarokan.

Şopên ku ji bîrê naçin

Daneyên rastîn ên di vê mijarê de tu carî nehatine bidestxistin. Li gorî daneyên ku ji nûçeyên di çapemeniyê de hatine berhevkirin, pêvajoya qetilkirina zarokan a AKP'ê ku di sala 2004'an de bi qetilkirina Ugur Kaymaz ê 12 salî dest pê kir, her tim dewam dike. Nêzî hezar zarok hatin qetilkirin. Van mirinan êş û şopên ku tu carî ji bîrê naçin hiştin. Yên ku hat xwestin destên xwe li orta kolanê bilind bikin, yên ku bi darê zorê tazî hatin hiştin, Mîraya 80 ku rojî bi bapîrê xwe re hat qetilkirin, zarokên li Roboskî hatin bombebarankirin, Ceylanê ku perçe perçe kirin, Cemîleya ku di cemedê de dihat veşartin, Berkîn ku dema diçû nan bikire hate hedefgirtin û hwd...

Zarok sûcdar hatin îlankirin

Di van qetlîaman de tişta ku pêwîst bû, darazê nekir. Pêvajoya ku bi mirina li kuçeyê dest pê kir bi desteka darazê dewam kir. Di hin rewşan de dê û bavên ku dixwestin kujerên zarokên wan bên darizandin jî hatin darizandin. Kujerên Ûgûr Kaymaz piştî darizandina zêdeyî 10 salan beraet kirin. Der barê Enes Ata û Mahsun Mizrak de jî polîs bi gotina “wezîfe hat dayîn û min kir” bê ceza ma. Doza 17 zarokên li Roboskiyê hatin qetilkirin hat girtin. Dîren Basan di bin panzêra tîmên tevgera taybet de mabû. Kujerên Dîren Basan jî nehatin darizandin. Birayê wî yê mezin Firat Basan ê ku nekarî travmayê derbas bike, piştî mirina xwişka xwe dawî li jiyana xwe anî.

Di lêpirsîna Fatma Elarslan a 13 salî ya ku hat qetilkirin de bi hinceta "endamê rêxistinê " li ser agahiyên şahidên nepen doz nehat vekirin. Derbarê Miraç Mîroglû yê 7 salî de ku dema li ber deriyê mala xwe li bisîkletê siwar bû ji aliyê wesayîta zirxî ve hat qetilkirin, zarok sûcdar hat dîtin. Wezîrê Karên Navxweyî der barê doza Miraç Mîroglû de jî got, "Hêzên me erkê xwe li gor erka ku qanûn daye wî û girêdayî prensîba ku hiqûq serdest e pêk tînin.” Bi kurtasî zarokên ku jiyana xwe ji dest da sûcdar hatin dîtin û kesên ji mirina van zarokan berpirsiyar in hatin parastin.

Zarokên birîndarên duh îro diçin ser sindoqan

Hejmara kesên ku di hilbijartinên serokomarî û parlementeriyê yên ku dê di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê bên kirin de cara ewil dengên xwe bidin 4 milyon û 904 hezar û 672 kes e. Di van hilbijartinan de kesên di sala 2005’an de hatine dinê dê yekem car biçin ser sindoqan. Û di nav van hilbijêran de zarokên ku bi salan şahidê şer û pevçûnan bûne jî hene. Hinekan birayê xwe, hinekan xwişk, pismam, hevalê xwe winda kirin. Beşek ji van zarokan neçar man bi şopên laşê xwe û her wiha birînên ruhî yên ji ber şer derketine bijîn. Bi dehan zarokên ku bûne hedefa bermahiyên şer û pevçûnan an jî neçar in jiyana xwe ya astengdar bidomînin jî dê di 14’ê Gulanê de dengên xwe bidin.

'Ev polîtîkaya şer e'

Me bi Hevseroka Komîsyona Zarokan a HDP'ê Nuray Turkmen re li ser polîtîkaya yekrengkirina tifaqa AKP-MHP'ê, zarokên her tim hedef tên girtin, nasnameyên wan ên ji nedîtî ve hatin, mûxalefeta derveyî HDP'ê ya li Meclîsê çawa dikare bi hikûmetê re hevkariyê bike axivîn.

Nuray Turkmen a ku difikire ku divê li paşxaneya kuştina zarokan bê mêzekirin, balê dikişîne ser kêmbûna daneyên hejmarî yên di vê mijarê de û sedema vê yekê jî wiha vedibêje: “Hejmara zarokên ku hatine qetilkirin timî bi şilubûnek re pêşwaziya me dike. Dema em li pirsa 'Çend zarok hatin kuştin' dinêrin, em nikarin bersiveke zelal bidin. Lêkolîn û raporên ku ji aliyê saziyên ku li ser windakirina jiyana zarokan bi raya giştî re tên parvekirin gelekî bi qîmet in, lê dema em lê dinêrin, em dibînin ku daneyên jimarî yên zelal tune ne. Ji ber ku mijar bi xwe siyasî ye. Wek polîtîkaya dewletê dixebite. Li vî welatî qetilkirina zarokan, di bin seyareyên zirxî de mayîna wan, ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dayîna wan zarokan, ji ber teqemeniyên ku hatine avêtin jiyana xwe ji dest dayîna wan tam polîtîkaya şer e.”

'Ji ber polîtîkayên şer daneyên şênber nîn e’

Nûray Turkmen destnîşan kir ku polîtîkaya şer di heman demê de polîtîkaya nepenîtiyê ye jî, diyar kir ku ev kiryareke neçarî ya netew dewletan e. Nuray Turkmen got, "Di vê polîtîkaya nepenîtiyê de, hûn ne daneyên hejmarî û ne jî sedemên vê siyasetê parve dikin. Bi rastî ew mîna kuştina jinan e. Gihîştina agahdariya mîqdar a li ser kuştina jinan jî bi veşartina zanîna rastiya siyaseta ku wê dimeşîne re têkildar e. Dema ku em li qetlîamên zarokan dinêrin, pir zehmet e ku mirov xwe bigihîne daneyên hejmarî yên zelal. Em hama bêje neçar dimînin ku xebatê kolandinê bikin.”

Nuray Turkmen  axaftina xwe wiha domand: “Li ser vê mijarê HDP’ê gelek caran pirs û pêşniyarên lêkolînê kirine. Lê li ser vê yekê bersivek zelal tune. Niha raporên saziyên ku bi salan e li vê erdnîgariyê di têkoşîna mafên mirovan de ji bo parastina mafên zarokan di destê me de ne. Yek ji van jî rapora 2008 û 2021'ê ya Şaxa İHD'ê ya Amedê ye. Ev rapor ji me re çi dibêje? Ew dibêje ku di 13 salên borî de 42 kes, 20 zarok, di encama lêdana otombîlên zirxî li bajarên Kurdan jiyana xwe ji dest dane. Rapora herî dawî ji aliyê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ve hat amadekirin. Di sala 2022’an de navendê raporek bi raya giştî re parve kir. Dema ku em salên 2011-2021’an dinêrin, em dibînin ku di rapora ku wekî raporek binpêkirina mafên zarokan ên ji ber maşînên zirxî, mayin, pevçûn û bermahiyên şer hatine parvekirin de 67 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 162 zarok jî birîndar bûne.”

'Ew zarok êdî mezin in'

Nûray Turkmen bal kişand ku li gel zarokên jiyana xwe ji dest dane birîndar jî hene û wiha got: “Bi salan e zarokên ku ji ber teqîna van maşînên zirxî, panzer, teqîna mayinan an jî teqandina teqemeniyan li bajarên Kurdan seqet bûne hene. Zarokên ku astengdar hatine hiştin hene. Bi sedan zarok û mezinên wiha hene. Zarokên ku 2 an 3 salî bûn dema birîndar bûn êdî mezin in. Bi astengdar hewl didin jiyana xwe bidomînin. Divê bi taybetî bal li ser vê were kişandin."

 ‘Ne munferît bi pergalî ye’

Nuray Turkmen di axaftina xwe de gelek caran destnîşan kir ku qetlîam bi awayekî munferît pêk nayên û got ku li nîvengek ku şer lê diqewime daxuyaniyên mîna "Di desthilatdariya me de kiryarên kiryar nediyar nînin" ti rastiya xwe nîne. Nuray Turkmen got, “Li erdnîgariya ku şer lê diqewime, her tim cinayetên kiryar ne diyar tê jiyankirin û ev jî sîstematîk in, ne munferît in. Ji ber vê yekê jî di daneyên hejmarî yên li ser mijarê de, her çiqas em ji derve pir kêm xuya bikin jî, dema ku em li vê erdnîgariyê dinêrin, bi rastî em behsa bi hezaran welatiyan, bi hezaran Kurdan dikin. Di kîjan serdemê de dibe bila bibe, ger şer bidome dê komkujî bi awayekî sîstematîk berdewam bikin.”

Kodên sed salî

Nuray Turkmen anî ziman ku ev komkujî bi desthilata AKP’ê destpê nekirine lê weke berdewamiya feraseta yekparêz, dewletparêz tê jiyankirin û wiha got:

“Dema em li vî welatî lê dinêrin, welatiyê ku em jê re dibêjin zarok an jî kesê ku em jê re dibêjin zarok tiştek e, malzemeyek e ku divê were kedîkirin û ji bo pêşerojê were amadekirin û wekî siyaset û projeyek sivîl tê dîtin. Li hemû netew dewletan jî wisa ye. Ji ber vê yekê hûn hewl didin ku wê bi perwerdehiyê tam bikin, hûn hewl didin ku wê tam kedî bikin û di heman demê de hûn hewl didin ku wê bi şer kontrol bikin. Dema ku hûn zarokan dixin bin kontrolê, dema ku mezin dibin ew bi vê têgihîştina serdest re nayên rûbirûyê hev. Ev tam polîtîkayeke sivîl e. Pirsgirêka dîrokî ye ku di nava 21 salan de bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re nayê ravekirin. Pirsgirêkek ev e ku kodên komara sedsalê çawa li ser zarokan tên jiyîn. Ev kodên çêker ji me re çi dibêjin? Ew bi berdewamî ji me re Tirkbûnê dibêje. Dixwazin cureyekî ne-tirk bikin malwêranî, dewletê bikin hemwelatiyên ku wê bi awayekî weke garantiya paşerojê bên qebûlkirin.”

'Ev kodên damezrîner koda mêraniyê dibêjin'

Nuray Turkmen axaftina xwe wiha domand: “Di heman demê de ev kodên damezrîner jî koda mêraniyê ji me re vedibêjin. Ev jî tê wateya zordestiya li ser zarokên keç. Ger ev zarokên keç Kurd bin, zêdetir di bin zextê de ne. Li aliyê din Elewî be zêdetir di bin zextê de ne. Bi gotineke din, dema em li vê rastiyê dinêrin ku zarokên tirk û mêr, ji xeynî dewlemendan û ne sunî ne, em dibînin ku hem ji aliyê newekheviya çînî û hem jî ji aliyê nasnameyê ve di bin dorpêçê de ne.”

'Ew di kodan de lihev tên’

Nuray Turkmen diyar kir ku wan dîtiye ku ne tenê desthilatdariya AKP-MHP'ê, ji bilî HDP'ê partiyên din ên ku kodên damezrîner ên vê sedsalê hildigirin jî heman kodên xwe dubare dikin û got, "Tevî ku em dibînin ku ji hev cuda ne, di van kodan de hevpariyek heye. Em behsa sedsaleke ku tê de zarok nayên azadkirin dikin. Em behsa sedsalekê dikin ku tê de zarok nikarin hebûna xwe weke mijareke siyasî ya civakî ava bikin. Her wiha em dibînin ku pêvajoya dijminatiya zarokan a di serdema desthilatdariya 22 salan a desthilatdariya AKP-MHP’ê de ji bendekî derbas bûye û gihiştiye lûtkeyê.”

'Ciwan dê piştgiriyê bidin kesên rastiyê dizanin'

Nuray Turkmen axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em behsa bi milyonan ciwanên ku di şer de li parêzgehên Kurdan hatine dinyayê dikin. Yanî em behsa ciwanên ku bûne bi milyonan dengdêr dikin. Ev ciwan rastî ciwanên birîndar ên derûnî û fîzîkî tên û di heman demê de hêrs dibin. Ev hêrs bi xwe pir tê fêmkirin. Em behsa ciwanekî, qonaxa zarokatiyê dikin, ku her qonaxên vî şerî bi hemû zelaliya xwe jiyaye. Bîra we hilgirê vê ye, her çend bîr bi xwe bombeyê neteqîne jî. Ger hûn bi xwe rû nedin jî, em dibînin ku piraniya van ciwanan yek bi yek bi vê yekê re rû bi rû dimînin, dibin şahid ku xizm û hevalên xwe xwişk û birayên xwe birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê şahidiyek heye. Tişta ku em jê re dibêjin şahidî, bîreke civakî ya xurt, hêrs bi xwe re tîne, lê têkoşînê jî tîne.”