CPJ: Îsraîlê herî kêm 20 rojnamevan qetil kirin

CPJ'ê di rapora xwe ya ji bo bîranîna Rojnameger Şîrîn Ebû Akile ku salek berê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat qetilkirin amade kir, bal kişand ser wê yekê ku ji sala 2001'an û vir ve 20 rojnameger hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ragihand ku leşkerên Îsraîlê ji sala 2001’ê heta niha herî kêm 20 rojnamevan qetil kirine. Rêxistina navneteweyî ya ku li ser ewlehiya rojnamegeran dixebite, rapora ku li ser mijarê amade kir bi raya giştî re parve kir.

Di raporê de tê dîtin ku artêşa Îsraîlê berpirsyariya van cînayetan negirtiye ser milê xwe, lê herî kêm di sê dozan de lêpirsîna sûc tê xwestin. Di raporê de agahiyên berfireh li ser piraniya herî kêm 20 rojnamevanên ku ji sala 2001’an vir ve di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de mirine cih digire. Di raporê de hat destnîşankirin ku bertekên li hemberî qetilkirina rojnamegeran qels bûne û ev rewş tê wateya xeteriyeke mezin a li ser azadiya çapemeniyê.

Şîrîn Ebû Akile hat bîranîn

Rapora CPJ’ê di yekemîn salvegera mirina nûçegihana El Cezîre ya Fîlîstînî-Amerîkî Şîrîn Ebû Akile de hat weşandin. Di raporê de taybetmendiyeke bîranînê jî heye. Şîrîn Ebû Akile di Gulana 2022’an de di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li Şerîa Rojava de hatibû qetilkirin.

Artêşa Îsraîlê berpirsyariya xwe negirtiye ser xwe

Ji rojnamevanên ku di raporê de behsa wan tê kirin 18 kesên ku ji teref leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin Filistînî ne. Du rojnamevanên din jî belgefîlmçêkerê Brîtanî James Miller ku di sala 2003 de hat qetilkirin û wênegirê Îtalî Raffaele Ciriello ku salek berê li Ramallahê hatibû qetilkirin in. Di raporê de ku tê gotin di van qetlîaman de yek ji leşkerên Îsraîlî nehatine darizandin, tê gotin ku artêşa Îsraîlê her tim helwesta xwe ya ji berpirsyariyê diparêze.