Li dijî biryara wezaretê xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan

Li dijî biryara hikumeta demkî ku li dibistanan hefteyê sê caran dersa bi zimanê Kurdî were dayîn, wendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan.

Qamişlo – Bertekên Li Dijî Sînorkirina Perwerdehiya Kurdî Li Sûriyeyê Mezin Dibin. Nerazîbûnên li hemberî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya derbarê sînorkirina dersên zimanê Kurdî bo hefteyê sê caran, her ku diçe zêde dibin. Gelê Kurd tevî hemû astengiyan jî hertim xwedî li mîrateya xwe ya çandî û zimanê xwe derketiye, bi taybetî li Rojava piştî şoreşê perwerdehiya bi zimanê dayikê bûye bingeheke sereke. Sînorkirina vê mafê perwerdehiyê ji aliyê hikumeta demkî ve wekî gaveke neyînî tê dîtin. Li dijî vê biryarê, xwendekar û mamosteyên Zanîngehê li bajarê Qamişloyê li ber deriyê Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan û helwesta xwe ya nerazîbûnê nîşan dan.

‘Ev biryar hewldana pûçkirina perwerdeya me ya zimanê Kurdî ya 12 sal in didome ye’

Li ser navê Zanîngeha Rojava daxuyanî ji aliyê Delîl Doxan ve hat xwendin. Delîl Dogan têkildarî biryara hatiye girtin wiha got: “Em wek xwendekarên Zanîngeha Rojava biryara 943/2068 a Desteya Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya ku mafê me yê çandî û zimanî ji dest dide bi tu awayê napejirînin. Ev biryara navborî perwerdeya me ya bi zimanê dayîkê ya 12 salan berdewam kiriye, pûç dike. Her wiha hewl dide zimanê gelên din di ser zimanê me re bin û zimanê me di bin çewisandinên bi zanebûn de bê statu bimîne.”

‘Zimanê Kurdî dikare bibe zimanê perwerde û zanistê’

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi salan e perwerdeya bi zimanê Kurdî li Rojava tê dayîn û wiha hat gotin: “Ji sala 2014’an ve gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê xwe tê perwerdekirin. Her çiqas bawernameyên bi zimanê Kurdî ji hêla tu hikûmet û hêzan ve nedihatin naskirin jî lê tevî wê, ji bo sîstemeke perwerdeyê ya tam hat birêvebirin encam girt û di nava van deh salan de îsbat bû ku zimanê Kurdî dikare bibe zimanê perwerde û zanistê û tecrubeya sîstema pirzimanî ya dikare li Sûriyeyê û Rojava pêk were.”

‘Ev biryar dê ziyaneke mezin bide kalîteya perwerdeyê’

Daxuyanî wiha domiya: “Piştî ku biryarnameya 13’an a ku ji aliyê serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve derket, zimanê Kurdî li Sûriyeyê bi zimanê nîştimanî û Kurd weke gelê resen ê Sûriyeyê hat hesibandin. Lê di biryara Desteya Perwerdeyê ya Sûriyeyê de wekî zimanekî biyanî hatiye hesibandin. Lewre ev biryar bi tu awayê nabe cihê hêvî û daxwaza gelê Kurd û xwendekarên ku bi zimanê Kurdî xwendine. Her wiha ev biryar di paşerojê de dikare ziyaneke mezin bide kalîteya perwerdeya xwendekaran û dê Sûriyeyê ji rewşa ku niha tê de ye ber bi rewşeke xirabtir ve bibe.”

Vê biryarê paşve bikşînin

Ji aliyê xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava ve ev bang di dawiyê de ev bang hat kirin: “Em li vê qadê bang û daxwazên xwe tînin ziman û bila aliyên pêwendîdar, garantor û aliyên ku parastina xweseriya zimanan dikin vê biryarê paşve bigrin, li şûna derxistina biryarên ku derbe li tevna civakî ya Sûriyeyê didin, biryarên ku di Sûriyeya nû de her kes wekhev be û tu cudahî di navbera tu etnîk û zimanî de nebe bigrin.”

‘Dixwazin ked û têkoşîna mamosteyan tune bikin’

Mamosteya zimanê Kurdî Bêrîvan Hesen ji nûçedgihana ajansa me re behsa daxwazên xwe kir û wiha axivî: “Biryara hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku tenê di hefteyê de sê ders bi zimanê Kurdî were dayîn, nayê pejirandin. Tu mamoste û xwendekarên me vê biryarê qebûl nake. Bi vê biryarê ew dixwazin ked û têkoşîna me tune bikin kê belê; em ê ji bo mafê xwe ji bo xwendina bi zimanê Kurdî ranewestin. Pêwîst e Kurd li cihên lê ne li dijî vê biryarê derbikevin kolanan û daxwaza perwerde bi zimanê xwe bikin.”