Zarokê penaber ê di tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da

Hate zanîn ku zarokê Sûriyeyî yê 12 salî ku li Edeneyê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin ji ber ketina asansorê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Li Taxa Kocavezîr a navçeya Seyhana Edeneyê zarokê 12 salî yê Sûriyeyî yê ku navê wî Ehmet e ku di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku zarokê di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî ji aliyê îtfaiyeyê ve hatiye derxistin. Li ser lêkolîna ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê, hat tespîtkirin ku zarok jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolîna dozger cenaze birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK).