Li Şengalê konferansa bi nave Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk Destpê kir
Bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk bi şîara “Edaleta Veguhez Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk” bi tevlîbûna 200 delegeyan destpê kir.
Şengal - Konferansa ku li Meclîsa Gel a Şengalê tê lidarxistin endame Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan (di koma siyasî ya Çep wek Hevserok Xebat dike), seroka rêxistina siyasî ya Ewropayê EFA (European Free Alliance- Hevpeymaniya Azad a Ewropa) Lorena Lopez de Lacalle, serokwezîra hikûmeta Belûcistanê ya li Sirgûnê (Exile) Profesor Naela Quadri Baloch û gelek çalakvan, hiqûqnas, akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar, parlamenter, sazî û endamên Meclîsa Gel a Şengalê tevlî bûn.
Salona konferansê bi gelek wêneyên ku kêliyên fermana 74’an radigihînin û şehîdên fermana 74’an hat xemilandin. Her wiha pankarta “Dewlet, parlamento û ajansên navneteweyî yên ku jenosîda Êzidiyan bi fermî qebûl kirine” hat daleqandin.
‘Divê Iraq statuya Şengalê nas bike’
Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê oldar Mam Bedel ve qewl hatin gotin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên ve hat kirin. Azad Hisên di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina mêvanan kir û got: “Êzidî di sala 2014’an de rastî jenosîdê hatin û gelek zarok, jin û kal û pîr mirin. Ev konferans ruxmê fermana ku hat serê Êzidiyan tê lidarxistin û ev yek tê wateya berxwedan û serkeftina Şengalê. Mêvanên ku ji her aliyê hatine jî palpişta herî mezin a Şengalê ne. Em weke Êzidî dixwazin li ser axa xwe azad bijîn û amade ne bi her kesê re li ser vî esasî rûnên û nîqaş bikin. Dixwazin entegrasyona demokratîk pêk bînin.”
Piştre Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad axivî û wiha got: “Ev konferans di demeke dîrokî de tê lidarxistin. Fermana dawî birîneke kûr di dilê gelê me yê Êzidî û di dilê me de vekir. Doza ku gelê me yê Êzidî niha dimeşîne doza me ye jî. Rojhilata Navîn di nava şerekî dijwar de ye. Di vê demê de yekîtiya me gelek girîng e ji bo ku em bikaribin xwe biparêzin. Em ji dewleta Iraqê ya federal dixwazin mafên gelê me yê Êzidî nas bike, statuya Şengalê nas bike, îradeya Êzidiyan nas bike. Hem derfet, hem jî talûkeyên mezin li pêşiya me ne. Ji bo wê xwedîderketina li hev pir girîng e.”
Bernameya konferansê wê bi sê panelan bidome.
Panela yekem li ser rastiya fermanê ye
Di Dîrokê De Ferman - Heso Birahîm
Ferman û Jin - Sara Şengalî Endama Akademiya Jineolojî
Bandora Fermanan li Ser Çandê - Eldîn Qûlo Rewşenbîr û Nivîskar
‘Ji ber ku jinan bawerî û çanda me parastin zêdetir bûn hedef’
Di beşa yekem a konferansê de Heso Birahîm di destpêka axaftina xwe de şehîdên fermanê bi bîr anî û li ser dîroka fermanê got: “Êzidî gel û baweriyeke kevnar e. Ezda tê wateya xweda. Xwedayek ku vê dinyayê bê ferq û cudahî dimeşîne. Xwedê kîna kesê nedaye ber xwe. Me xweda wisa nas kiriye. Me weke fikir û felsefeyek xweda nas kiriye ku bi edalet e. Em ji hemû bîr û baweriyan re rêzê digrin. Her kes ji emelê xwe berpirs e li gorî baweriya me.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Heso Birahîm anî ziman ku ruxmê di baweriya Êzidiyan de ferq û cudahiya jin û mêr nîn e, di fermanan de herî zêde jin êşê dikşînin, dibin hedef û got: “Xwedayê me ronahiyek e, tu cinsê xwedayê me nîn e. Li gorî baweriya me erd mê ye, ji bo wê me erda xwe parastiye. Me ajalên xwe yên mê serjê nekiriye. Di baweriya me de jin pîroz e, ji bo wê jî di hemû rêûresmên me de jin di destên wan de çira hene herî li pêş in. Ji ber ku ya bawerî û çanda min parastiye jin e, dayîka min e. Ji bo wê jî êrîşa herî dijwar li ser jinan tê kirin.”
Heso Birahîm bahsa dewlemendiya bîr û baweriyên cuda yên li Iraqê jî kir û got: “Divê karên dîn û dewletê ji hev bên cudakirin. Ger îro xeteriyek li ser Êzidiyan hebe wê sibê li ser pêkhateyên din jî hebe.”
‘Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destên DAIŞ’ê de karekî cidî nehatiye meşandin’
Endama Akademiya Jineolojî ya Şengalê Sara Botan anî ziman ku ger îro konferanseke bi vî rengî tê lidarxistin ev bi saya berxwedana jinên Êzidî, civaka Êzidî, Rêber Apo ye û wiha berdewam kir: “Di fermanê de herî zêde jin û zarok hatin hedefgirtin. Belkî fîzîkî jin kêmtir kuştin lê xwestin di aliyê çand û mêjî de civakê ji holê rakin. Îro bi hezaran keç û jinên me di destên DAIŞ’ê de ne û aqubeta wan nediyar e. Heta niha jî xebateke berfireh ku bikaribe rewşa van jin û keçên me bigre dest nehatiye meşandin.”
Panêla 2’yem Jenosîda 2014’an û Lêgerîna Edaletê
Qanûna Jenosîda Navneteweyî û sedemên tevlînebûna Iraqê ya daklerasyona Roma - Nasir Kirêt (Şêwirmendê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê yê Kar û Barên Enfal û Jenosîdê)
Rewşa Gorên Komî, Belgeyên Hovîtiya DAIŞ’ê û Mafên Malbatên Kuştiyan - Xeyrî Elî Îbrahîm Serokê Munazemeya Petrichor a Mafê Mirovan
Jenosîda 2014’an û Bandora wê ya li Ser Pîskolojiya Civaka Êzidî - Samya Şengalî Rojnamevan û Aktîvîst
Qirkirina Êzidiyan di navbera xemsariya navxweyî û naskirina navdewletî de - Xelef Qasim Hiqûqnas
Panêla 3’yem Entegrasyona Demokratîk
Entegrasyon, Dewlet û Civaka Demokratîk - Kendal Şengalî Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê
Di Entegrasyona Demokratîk De Rola Jinan - Besê Şengalî Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê
Demokrasiya Xwecihî - Xwedêda Elyas Hevserokê Komînên Şarederiyên Şengalê ye.