Zaroka 6 salî ya bavê wê xistibû qefesek hesin de jiyana xwe ji dest da
Li kampek a dikeve gundewarê bakurê Parêzgeha İdlibê, zaroka 6 salî Nehla ya bavê wê bi salan ew xistibû di hindirê qefesek hesinî de, jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Di 5'ê Gulanê de zaroka bi navê Nehla El-Osman jiyana xwe ji dest da. Malbata wê, ku li kampa Ferec Ellah li gundewarê bakurê İdlibê dijî, gotin ku Nehla dema ku xwarin dixwar xeniqî. Lê çalakvan û karmendên bijîşkî gotin ku ew bûye qurbaniya şidete malbatê.
Gelek malperan hûrguliyên jiyana zarokê vegotin, gotin ku di salên borî de ew ji aliyê bavê xwe ve rastî şidetê dihat û di hundirê konê ku tê de dijiyan, ew bi zincîran girêdida.
Li gorî zanyariyan, niştecihên wargehê ragihandin ku ji bilî zindankirinê ew rastî lêdanê jî dihat û kes nekarî bû ku destêwerdana rewşê bike da ku wê rizgar bike. Li gorî hin agahiyan zarok di dema xwarin dixwar de xeniqî, ku ev yek vegotina bavê wê piştrsat dike, lê çavkaniyên herêmî gotin ku li ser laşê wê birîn hebû û cihê lêdanê li ser hebû.
Çalakvanan li ser medyaya civakî wêneyek Nehla ku di hudirê kampê de dilîst û di destê wê de zincîrên hesinî hene weşandin. Her wiha wan dîmenek li ser wê ku tê de digot ku ew ji bavê xwe hez dike tevî ku lêdida jî.
Di heman demê de hate gotin ku dayika Nehla ji ber neheqî û lêdana berdewam a hevjînê xwe reviyaye û ber bi Tirkiyê ve çûye. Hat zanîn ku bavê Nehla ji bajarokê Kefer Sicnê a li gundewarê İdlibê ye, endamek berê yê rêxistina terorîst Heyiet Tehrîr El-Şam e.