Nasnameya jina Belûc a di êrîşên Çabaharê de miribû hat piştrastkirin

Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belûcistanê ragihand ku jina bi navê Pervîn Sepahî di encama êrîşên leşkerî yên li ser bajarê Çabaharê û teqîna cebilxaneyên li taxa Canglukê jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan – Mirina jina Belûc Pervîn Sepahî ku di êrîşên Emerîkayê yên li ser baregehên leşkerî yên li Çabaharê de miribû, ji aliyê Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belûcistanê ve hat biştrastkirin. Li gorî rapora torê, Sepahî di encama teqînek û bandora teqemeniyên leşkerî li ser taxa Canglukê de miriye. Vê bûyerê careke din fikarên li ser xetera jiyana sivîlan a ji ber nêzîkbûna baregehên leşkerî bi deverên niştecihbûnê re derxist holê.

Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belûcistanê di roja 9’ê Tîrmeha 2026’an de, ragihand ku nasnameya jineke Belûc a di êrîşên Emerîkayê yên li ser hedefên leşkerî yên li Çabaharê de di du rojên borî de miriye, hatiye piştrastkirin. Li gorî raporê, navê wê Pervîn Sepahî ye û di encama êrîşên li taxa Cangluk, ku herêmeke niştecihbûnê ya Çabaharê ye, miriye.

Cebilxaneyên pasdarên şoreşê li nava taxê belav bûn

Li gorî çavkaniyên torê, Pervîn Sepahî ji ber hêza teqînan û ketina cebilxane û alavên leşkerî ji baregeha Pasdarên Şoreşê ya nava taxê jiyana xwe ji dest da. Zarokên wê jî di bûyerê de birîndar bûn û ji bo dermankirinê wan rakirin navendên nexweşxaneyê.

Çavkaniyên herêmî tekez dikin ku piştî navendên leşkerî hatin hedefgirtin, cebilxaneya ku di van navendan de bû ji ber hêza teqînan ber bi deverên niştecihbûnê ve belav bûye û ziyanek mezin gihîştiye malên welatiyan.

Bandora êrîşê li ser taxa Canglukê

Li gorî raporek ji Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belûcistanê, taxa Canglukê pir nêzî avahiya Muhafizên Şoreşê û hinek navendên hikûmetê ye. Ji ber vê nêzîkbûnê, dema ku êrîşên li ser hedefên leşkerî dest pê kirin, pêlên teqînê, şarapnel û cebilxane li taxê ketin. Çavkaniyên torê ragihandin ku di encama bûyerê de herî kêm jineke Belûc miriye, gelek kes birîndar bûne û gelek xaniyan zirar dîtine.

Wêneyên ji cihê bûyerê hatine weşandin zirarên mezin nîşan didin. Her wiha di wêneyan de cebilxane û perçeyên alavên leşkerî yên ku piştî teqînê ji avahiya Muhafizên Şoreşê ber bi taxê ve hatine avêtin û li ser xaniyan ketine, tên nîşandan.

Dîroka tundiyê

Taxa Canglukê wekî yek ji deverên bêpar ên Çabaharê tê zanîn û gelek niştecihên wê di stargehên kevnar an jî xaniyên ku pêdiviyên bingehîn li wan nîn in de dijîn. Parêzvanên mafên mirovan destnîşan dikin ku bûyerên bi vî rengî yên li deverên xizan diqewimin, lawaziya nifûsa herêmî zêdetir dikin û gelek malbatan bê derfet dihêlin ku ji windahiyên xwe xilas bibin.

Taxa Canglukê berê jî li dijî niştecihên xwe rastî tundiyê hatibû. Li gorî Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belûcistanê, di 7’ê Gulana 2021’ê de hêzên Pasvanên Şoreşê çend malên welatiyên Belûc ên li vê taxê şewitandin. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, ev kiryar bi armanca derxistina bi zorê ya niştecihan hatiye kirin û di encamê de gelek malên malbatên Belûc hatine wêrankirin.

Bangawaziya rêxistinên mafên mirovan

Mirina Pervîn Sepahî û birîndarbûna malbata wê li gorî hişyariyên berê yên rêxistinên mafên mirovan ên der barê encamên bicihkirina baregehên leşkerî li nêzî deverên niştecihbûnê ne. Ev rêxistin tekez dikin ku parastina sivîlan û pêşîgirtina li xetera wan di her pevçûneke leşkerî de prensîbeke bingehîn a qanûnên mirovî yên navneteweyî ye.