Zarok bi tabloyên xwe riyên aştiyê nîşan didin

Li Tehranê bi boneya Roja Aştiya Cîhanê wêneyên zarokên ji 14 salî biçûktir hatin pêşandan. Wênesaz Leyla Kaabî got ku berhemên zarokan peyvên cuda yên aştiyê temsîl dikin, dibe ku bibe rizgariya aştiya cîhanê.

ŞEBNEM TEVAKULÎ

Tehran – Bi boneya Roja Aştiya Cîhanê, Komeleya Piştevaniya Mafên Zarokan bi boneya wê rojê pêşangehek ji tabloyên zarokên ji 14 salî biçûktir li Tehranê vekir.

Mamoste û damezrînera perwerdeya wênesaziyê Leyla Kaabî der barê pêşangeh û berhemên ku tên pêşandan de axivî.

‘Zarok bi wêneyan aştiyê nîşan didin’

Leyla Kaabî jî diyar kir ku zarok bi awayên cuda û bi nêrînên cuda aştiyê rave dikin û wiha got: “Ji ber pisporiya xwe ya di warê zarokan de, min rêbaza hîndekariyê ya ku min di vê pêşangehê de bi kar anî bi Peymana Mafên Zarokan re kir yek. Zarok hene ku di lihevhatina dê û bavên ji hev cuda de aramiyê dibînin, an jî carna zarokek ku ji hezkirina dayika xwe bêpar maye, aştiyê di hembêza dayika xwe de xeyal dike.”