Zanîngehên Jinan di 2021’ê de fermî bû dîsa ji bo 2022’an hat plansazkirin
Zanîngehên jinan ên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya niha gelek caran anîbû rojevê vê carê jî di Plana Bernameya Salane ya Serokomariyê ya sala 2022’an de cih girt. Di mînakên cîhanê de zanîngehan jinan ji bo "bihêzkirina jinan" tên bikaranîn, li Tirkiyeyê jî weke parçeyek ji polîtîkayên kevneperest ên AKP'ê ku hewl dide jinan di malê de hepis bike tên dîtin. Jin projeya AKP'ê ya "Zanîngehên jinan" a ku bi salan e tê ziman, wekî berhema polîtîkaya "tecrîdê" şîrove dikin.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Li gorî Plana Salane ya Serokomariyê ya sala 2022'an projeya Zanîngehên Jinan wê sala bê dest pê bike. Proje bi beşdarbûna Bernameya Salane ya Serokomariyê ya 2021’ê fermî bû. Jin li dijî projeya Zanîngehên Jinan ku AKP israr dike derdikevin. Zanîngeha jinan a ku AKP li ser dixebite çi ye? Ev fikir ji ku hat? Li cîhanê mînakên wê hene? Tirkiye bi kê re û bi çi hevkariyê hewl dide zanîngehan ava bike?” Li ser wan pirsan me hewl da di nûçeya xwe de careke din em behsa projeyê bikin.
Nîqaşên li ser plansaziya zanîngehên jinan ne yên yekem in. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan cara ewil di serdana xwe ya Japonyayê ya ji bo Lûtkeya Serokên G20’an a 2019’an da anî ziman. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtine, wê di pêşengiya Zanîngeha Bahçeşehîrê de zanîngeha jinan bê avakirin. Ji bo ku ev proje were pratîzekirin “Weqfa Zanîngeh û Perwerdeyê ya Jinan” hat avakirin. Hat diyarkirin ku di navbera Zanîngeha Mukogawa ya Jinan a Japonyayê û Zanîngeha Bahçeşehîrê ya ku Erdogan dixwaze bê lêkolînkirin de 10 sal in hevkariyek heye.
Di weqfê de kîjan nav hene?
Em bînin bîra xwe, di nav damezrînerên weqfê de Alîkarê Serokê Desteya Rêveber a Koleja Bahçeşehîre û Serokê Desteya Rêveber a Îcraye Huseyîn Yucel, Rektora Zanîngeha Bahçeşehîrê ya Washington DC û Endama Desteya Rêvebera Koleja Bahçeşehîre Îcraye Sînem Vatanartiran û Desteya Rêveber a Fakulteya Mîmarî û Dîzaynê ya Zanîngeha Bahçeşehîrê û Dekanê Fakulteya Sêwiranê Murat Dundar cih girt. Li aliyê din, yekemîn Wezîrê Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê Nîmet Baş, Begum Yucel Çabakçor a keça serokê Heyeta Îstîsadî ya Zanîngeha Bahçeşehîrê Enver Yucel, endamê Îstîxbaratê yê Zanîngeha Bahçeşehîrê û Serokê Klûba Sporê ya Koleja Bahçeşehîrê Omer Yucel, Ahmet Kose ku demek Rêveberê Saziyên Perwerdehiyê yên Bahçeşehîr Ugurê yên Operansyonên Amerîkayêde erk girt û Muhîttîn Karahuseyîn ê ku weke Desteya Rêveber a Weqfê ya nû hat diyarkirin. Navenda weqfê jî wekî Hatay di hat xuyakirin.
Di Bernameya Salane ya 2021’ê de jî cih girt
Xebata “zanîngeha jinan” di Plana Pêşketinê ya 11’emîn de jî cih girtibû. “Zanîngeha Jinan” di Bernameya Salane ya Serokomariyê ya 2021’ê da bi van gotinan cih girt: “Bi lêkolîna mînaka Japonyayê Zanîngehên jinan ên ku tenê xwendekarên jin lê tên qebûlkirin dê bên avakirin. Bi lêkolînkirina zanîngehên jinan ên li Japonyayê dê raporek bê amadekirin. Li welatê me dê beşdarbûna xwendekarên jin ên di perwerdeya bilind de di pileyên cuda bê nirxandin, qadên bi pirsgirêk bên tesbîtkirin û ji bo vê jî dê çareserî bên bipêşxistin. Ji bo avakirina yekîneyên akademîk ên zanîngeha jinan ku tê plankirin bê avakirin dê xebat bên destpêkirin.
Li cîhanê zanîngehên jinan çawa ne?
Li hemû cîhanê zanîngehên jinan hene. Li gorî rapora "Zanîngehên Jinan ên li Cîhanê" ku di sala 2017'an de ji aliyê Komeleya Perwerdeyê ya Navneteweyî (NAFSA) ve hat weşandin, 50 sal berê li DYE'yê 230 "zanîngehên jinan" hatin avakirin. Lê îro ev hejmar daketiye 45’an. Di raporê de tê gotin ku ji ber jin li dibistanên "Ivy League" yên li DYA'yê ku zanîngehên herî bi prestîj in nehatin qebûlkirin, di salên 1960'î de "zanîngehên jinan" hatin avakirin.
Li DYE’yê dema “zanîngehên jinan” hatin girtin, li welatên Asya, Afrîka û Rojhilata Navîn hejmara wan zêde bû. Ruanda, Pakistan, Hindistan, Bangladeş hin ji wan welatên ku "zanîngehên jinan" hene.
Tirkiye perwerdeya têkel qebûl dike
Di xala 15’an a "Qanûna Bingehîn a Perwerdeya Neteweyî" de ku di sala 1973'an de li Tirkiyeyê hat qebûlkirin îfadeya “Di dibistanan de ji bo kur û keçan perwerdeya têkel dê were dayîn. Lê li gorî cureyên perwerdeyê, derfet û pêwîstiyan hin dibistan tenê ji bo xwendekarên keç an jî tenê xwendekarên kur dikarin bên veqetandin” cih digre. Tirkiye bi salan e perwerdeya têkel qebûl dike. Di lîseyên diyarkirî de perwerdeya cuda heye lê li gorî cudahiya zayendê zanîngeh nîn e. Li gorî rêxistinên jinan, sendîka û pisporan, fikra zanîngehên jinan nêzîkatiya îdeolojîk a bloka desthilatdar a AKP-MHP'ê ya li Tirkiyeyê nîşan dide. Tê diyarkirin ku jinên di zanîngehên têkel de xwedî hêz nebûne, di nava zanîngeha jinan de kod bibin û werin bisînorkirin. Li Tirkiyeyê ku zayendperestî di lûtkeyê de ye Zanîngehên jinan ên ku tên avakirin, weke parçeyek polîtîkayên muhafazakariyê û di pêkanînên ku jinan dixin girtîgehê de gaveke girîng tên dîtin. Heger mirov bifikire ku di zanîngehên perwerdeya têkel de lêkolînên îroyîn ên ku wekheviya zayendîparêziyê diparêzin ku jinan hêzdar dike tên astengkirin, fikarên jinan hîn bêtir tê fêmkirin.
Erdogan çi gotibû?
Serokomar Erdogan dema ku ji Zanîngeha Jinan a Mukogawa ya Japonyayê bawernameya doktoraya fexrî wergirt di axaftina xwe ya di merasîmê da gotiye ku li Japonyayê ji 800 zanîngehan 80 zanîngehên jinan in û gotiye "Ez ê vê zanîngehê binirxînim. Her wiha li gel we bi giştî 80 zanîngehên jinan, niha ji balyoza xwe re jî erk didim û em ê li welatê xwe ji bo lêkolînkirinê jî gavên ji bo vê yekê bavêjin." Piştî vê daxuyaniyê ji Serokê YOK’ê Yekta Saraç re talîmat hat şandin. Her wiha di Plana Pêşketinê ya 11’emîn de xebata “zanîngeha jinan” cih girtibû.