Zagonên derbarê parastina mafên jinan nayên pêk anîn
Di sala 2022’an de 12 jin di encama şîdeta zewacê de hatin qetilkirin, ku ev jimareke metirsîdar e û nîşana lawazbûna qanûna 58’an e.

ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis - Di van demên dawîn de tawanên kuştina jinan zêde bûne û di encama vê rastiya ku bûye metirsî li ser jiyana jinên Tûnisî, çalakvanên jin destnîşan kirin ku tenê di salekê de 12 jin bûne qurbaniyên tundiya zewacê, tevî hebûna qanûneke berfireh ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê ku ji sala 2017’an ve hatiye derxistin.
Hefteyek berê Wafa El-Subeyî ya 40 salî bû qurbaniya şîdeta zewacê piştî ku hevjînê wê ew di mala wê de şewitand. Femînîstan ev yek şermezar kirin û bang li hikûmetê kirin û jê xwestin ku mudaxele bike. Ev bûyera kuştinê ya ku li bakur-rojavayê Tûnisê pêk hat, kuştina Rifqa El-Şarnî di sala borî de ji aliyê hevjînê wê ve, anî bîra me.
Ji sedî 70 ji êrîşên li ser jinan ji aliyê hevjînên wan ve tê kirin
Rapora neteweyî ya li ser têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan li Tûnisê, ku ji hêla Wezareta Jin û Malbatê ve di Tebaxa borî de hate weşandin, eşkere kir ku ji destpêka sala 2022’an ve 3 hezar û 161 îxbarên êrîşên fizîkî, exlaqî û aborî yên li dijî jinan hatine wergirtin û diyar kir ku ji sedî 70 ji êrîşên li ser jinan ji aliyê hevjînê wan ve tê kirin.
Krîza aborî tundî zêde kir
Li ser diyardeya şîdeta zewacê û kuştina jinan, Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naîla Zuxlamî wiha got: “Divê ji bo şermezarkirina van sûcan kampanya bên destpêkirin. Zêdebûna rêjeyên şîdetê bi krîza aborî û kêmbûna hêza kirînê ve girêdayî ye. Ev bêdengiya hikûmetê ya li hemberî hedefgirtina jinan û binpêkirina mafên wan ên fizîkî êdî bi kêr nayê. Dem hatiye ku em dengê xwe bilind bikin da ku rastiyê ji cîhanê re eşkere bikin.”
Stratejiyek ji bo bicihanîna qanûnê
Li ser çawaniya kêmkirina şîdeta li dijî jinan li Tûnisê Naîla Zuxlamî da zanîn ku divê stratejiyek tam were danîn ji bo aktîvkirina yasaya jimare 58’an li ser têkoşîna li dijî tundiyê û wiha pê de çû: “Li gorî amarên fermî yên ku ji aliyê Wezareta Jin û Malbatê ve hatine belavkirin, hevjîn yekem tometbarê tundiya li dijî jinan e. Hin mêr gelek caran ji ber xerabûna têkiliya zewacê û xwesteka jinê ya hevberdanê êrîşî jinê dikin, hevberdan nayê wateya tolhildanê. Divê hevjên rêzgirtinê ji biryara hevjîna xwe re bigire.”
‘Rêjeya tundiyê li gorî salên berê neh qat zêde bûye’
Çalakvana mafên mirovan a femînîst Ahlam Bu Sirwal diyar kir ku ji dema pandemiya Covid-19 ve rêjeya tundiyê du qat zêde bûye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rêje li gorî salên berê neh qat zêde bûye. Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê ku mezintirîn komeleya jinan e, 2000 jinên ku rastî tundiyê hatine pêşwazî kir. Ji destpêka vê salê ve nêzî 600 jinên ku rastî şîdetê hatine hatin pêşwazî kirin. Şîdeta li dijî jinan li cîhanê diyardeyeke berbelav e. Her çend sal berê ji bo parastina jinên Tûnisî ji zîhniyeta baviksalarî, neheqî û bêedaletiyê û sînordarkirina kuştina jinan qanûn hatin derxistin jî, rêjeya şîdetê her ku diçe zêde dibe. Em dizanin ku stargeh dikevin bin cezayên parastinê yên ku divê hikûmet wan bigire ser xwe da ku wan biparêze, lê îro li Tûnisê beşa 26 a qanûna jimare 58’an nayê aktîfkirin ji ber ku stargeh tune ne. Tevahiya hukûmet xwe dispêre penageha Bêtî ku navendek komeleyê ya taybet e. Di heyama pandemiya Coronayê de navendek stargehek acîl li parêzgeha Ben Erûs li Tûnisiya Mezin hate damezrandin û zêdeyî 14 jinan nikarîbû pêşwazîbikra ji ber ku navend pir biçûk bû. Navenda herî girîng li paytextê herêma SÎdî Sabta ye, ku tê de 30 jin cih digirin. Hikûmetê heta niha polîtîkayeke giştî ya li dijî tundiyê qebûl nekiriye. Divê zêdetir navend bên vekirin ku ji aliyê derûnî û exlaqî ve piştgirî bidin jinên ku rastî tundiyê tên.