Hevseroka Kantona Qamişlo û cîgira wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku encama êrîşên dewleta tirk ên li ser rêya gundê Beyandorê ku erebeyek kiribû armanc endamên wan Yusra Derwîş, Leman Şiwêş û Firat Tûmo jiyana xwe ji dest dane.

Qamişlo – Dewleta tirk îro danê nîvro, li ser rêya gundê Beyandorê erebeyek kir armanc û di encamê de yek birîndar sê kes jî jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Xweser di derbarê bûyerê de daxuyaniyek çapemenî da û da zanîn ku Endamên wan Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yûsra Derwîş, cigîra wê Leman Şiwêş û welatiya bi navê Firat Tûmo jiyana xwe ji dest dane û Hevserokê Meclîsa Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gobî Şemûn birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên dewleta Tirk a li ser heremê hat kişandin û wiha hat gotin; “Siyaseta hedefgirtinê ya ku dagirkeriya tirk pêk tîne, eşkere bûye ku projeya Rêveberiya xweser armanc digire. Her wiha karmend û xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser yên ku li ser esasê xizmetkirina pêkhateyên herêmê û dabînkirina ewlehî û aramiyê pêk tînin hedef digire. Ev hedefgirtin di demek wiha de pêk hat ku dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê di rojevê de bû. Em wek Rêveberiya Xweser herdem armanca me ew e ku em ji bo qeyrana Sûriyê çareseriyan çêkin, lê bi van êrîşan diyar dibe ku aliyên herêmî û navdewletî hene ku naxwazin ev qeyran were çareserkirin.

Em wek Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê di serî de ji malbatên şehîdan û gelê xwe re sersaxî dixwazin. Tevî êrîş û terora dewleta tirk û çeteyên wê, em ê riya xwe ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe temam bikin. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û li dijî terora dewleta tirk a dagirker bisekinin. Em ji şehîdên xwe re rehmet û ji birîndarên xwe re şifayê lezgîn dixwazin.”