Li peravên Tûnisê 3 keştî noq bû: 2 jê zarok 4 kes mirin, 12 kes jî winda ne

3 tekneyên ku penaber di wan de bûn dema dixwestin ji başûrê Tûnisê biçin Ewropayê, noqî avê bûn. 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan- 3 tekneyên ku penaberan dema ku ji başûrê Tûnisê xwestin biçin Ewropayê, noqî avê bûn, 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî winda bûn

152 kes hatin rizgarkirin 12 kes jî winda ne

Berdevkê Dadgeha Asliye ya Yekemîn a bajarê Sfaksê Fevzî el-Mesmûdî ji çapemeniya herêmî re axivî û diyar kir di 48 saetên dawî de 3 tekneyên penaberan noqî avê bûne. Mesmûdî diyar kir ji wan tekneyan de 152 kes hatine rizgarkirin, 2 jê pitik 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî winda ne.

Di meha Nîsanê de jî ji ber ku keştî noqî avê bûbûn bi giştî 210 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn.