Yûrda xwendekarên keç a Ahvazê di bin siya hedefa leşkeriyê de ye

Piştî êrîşa li nêzî yûrda xwendekarên keçan a girêdayî Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Cundîşapûrê ya Ahvazê, xwendekaran ragihandin ku yûrd pir dereng hatiye valakirin.

Navenda Nûçeyan – Di roja 6’emîn a pêla sêyemîn a êrîşên DYE’yê yên li ser başûrê Îranê de, hebûna navendekî Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ya nêzî yûrda xwendekarên keç a Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Cundîşapur a Ahvazê fikarên li ser ewlehiya xwendekaran zêde bû. Li gorî agahiyan, tevî ku xetera êrîşê hebû jî xwendekar ji bo cihekî ewle nehatin tehliye kirin û yûrd piştî êrîşê hatiye valakirin.

Li gorî nûçeyên hatine weşandin, di şeva 16’ê Tîrmeha de di encama êrîşên DYE’yê yên li ser başûrê Îranê de deverên nêzî yûrda xwendekarên keç a Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Cundîşapurê ya Ahvazê hate hedef girtin. Li gorî nûçeyê, armanca êrîşê avahiyekî girêdayî Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ya nêzî yûrda xwendekarên keç bû. Hate diyar kirin ku ev navend di şerên leşkerî yên berê de jî hatiye hedef girtin.

Yûrd piştî êrîşê hate tehliye kirin

Xwendekaran, diyar kirin tevî ku rayedaran xetereya êrîşa li ser navenda ewlehiyê zanîbûn jî, der barê tehliyekirin, an jî veguheztina xwendekaran a ji bo cihekî ewle de tu planek pêkneanîn.

Li gorî xwendekaran, rêveberiya zanîngehê tenê piştî êrîşa roja Çarşemê yûrd vala kiriye. Her wiha hate diyar kirin ku ezmûnên xwendekaran jî ji ber êrîşan hatiye paşxistin.

Xwendekaran, tekez kirin ku divê di demên aloziya leşkerî de ewlehiya xwendekar û karmendên zanîngehê pêşîniyek be û rayedar neçar in ku beriya xeterek derkeve holê tedbîrên pêwîst bigrin.

Hebûna navendên leşkerî ya li herêmên sivîl

Parêzvanên mafên mirovan, demek dirêje balê dikişînin ser xetereyên bicihkirina navendên leşkerî û ewlehiyê ya li nêzî deverên sivîl. Hebûna yûrdek xwendekaran a li kêleka navendek ku xetera êrîşê lê heye, berpirsiyariya saziyan a ji bo misogerkirina ewlehiya xwendekaran ji nû ve anî rojevê.

Rexneyên li ser polîtîkayên ewlehiyê zêde dibin

Rexnegir, diyar dikin ku nêzbûna saziyên leşkerî û ewlehiyê ya ji deverên sivîlan, tê wateyê ku polîtîkayên ewlehiyê, dikeve pêşiya ewliya jiyana welatiyan. Hate diyar kirin ku bûyera li yûrda xwendekarên keç a Zanîngeha Bijîşkî ya Ahvazê yek ji encamên vê siyasetê ye. Tevî ku xeterî dihat pêşbînîkirîn jî, xwendekar piştî êrîşê ji herêma xeternak hatin derxistin.

Di şert û mercên şer de, parastina sivîlan û bi taybetî jî ya xwendekar û karmendên saziyên perwerdehî û tenduristiyê, di nava erkên bingehîn ên saziyên berpirsiyar de cihdigre. Ev bûyer, berpirsyartiya mijara gotinê, carek din kir mijara nîqaşê.