YSK: Hilbijartina Serokomariyê derbasî tûra duyemîn bû

Lijneya Bilind a Hilbijartinê ragihand ku hilbijartina Serokomariyê derbasî tûra duyemîn bû.

Navenda Nûçeyan- Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener ragihand ku hilbijartina Serokomariyê derbasî tûra duyemîn bû. Rêjeya dengên Yener wiha ne: Tayyîp Erdogan: ji sedî 49,51, Kemal Kiliçdaroglu: ji sedî 44,88, Sînan Ogan: ji sedî 5,7, Muharrem Înce: ji sedî 0,44 .