Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê Azîme Arsun tavilê bê berdan

Jinên Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve girtina siyasetmedara Kurd Azime Arsûn şermezar kirin û gotin: “Divê PDK’ê tavilê Azîme Arsun berde.”

Navenda Nûçeyan-  Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsun ku di 2’yê Gulanê de ji bo tedawiyê wê biçûya derveyî welat li balgefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin şermezar kirin û gotin: “Divê Partiya Demokratîk a Kurdistanê dest ji xiyanetê berde û tavilê Azîme Arsûn berde.” Her wiha jinan daxwaz ji jinên siyasetmedar û bi taybet Şanaz Îbrahîm Ehmed kirin ku li hemberî vê rewşê bibin xwedî helwest.

Daxuyaniya jinan wiha ye:

“Em ji aliyê xiyanetkaran ve girtin û revandina azadîxwaz û şoreşgeran bi tundî şermezar dikin. Daxwaz li jinên Başûrê Kurdistanê dikin li dijî van kiryaran bibin xwedî helwest û divê jinên siyasetmedar ên Kurd zextê li PDK’ê bikin da ku Azîma Arsun were berdan. Jina siyasetmedar a Kurd Azîme Arsûn di roja 2’ê Gulana 2023’an de dema ku xwest ji bo tedawiyê bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê biçe derveyî welat bi hêceta pirsgirêk di belegeyan de heye, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin. Piştre rêveberiya nîşîngeha Hewlêrê ragihand ku Azîme Arsun ji aliyê hikumeta federal a Îraqê ve daxwaza wê hatiye kirin û wê doza wê radestî Îraqê bikin.”

Ji jinan bang: Xwedî helwest bin

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku bibin xwedî helwest û wiha dom kirin: “Em weke jinê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsun şermezar dikin. Ev karê xiyanetê ye ji derveyî xizmeta ji bi faşîzma Tirkiyê û desthilata dij mirovane ya Erdoxan û dagirkeriyê tu qezencek ji bo xeta azadiya gelê me nîne.  Em daxwaz dikin PDK’ê û desthilata ku bûne hevkar piştgiriya dagikerên Tirk li herêma Kurdistan dikin bila vê îxanetê berdewam nekin. Rewşa tenduristiya Azîme Arsun nebaş e û nexweşiya wê a giran heye û jinek siyasetmedar e û metirsî li ser jiyana wê heye. Em daxwazê li hemû jinên siyasetmedarên Kurd û bi taybet Şanaz Îbrahîm Ehmed dikin weke her carê xwedî helwest be û rola xwe ya bi bandor nîşan bide û ji bo berdana Azme Arsun bikeve nava tevgerê.”