YRJ û YRA: Dewleta Tirk bi êrîşan nikare dengê me qut bike
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) û Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî rojnamevanên di dema dawî de li Bendava Tişrînê hatibûn hedefgirtin daxuyanî dan û gotin: “Dewleta Tirk bi êrîşan dê nikaribe dengê me qut bike.”

Qamişlo – Rojnamevan Egîd Roj ê ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li ser Bendava Tişrînê û berxwedana gelan a li herêmê dişopandin, 15’ê Sibatê de di êrişa balafirên dagirkeran de hat qetilkirin. Li dijî hedefgirtina rojnamevanan Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) û Komeleya Mafên Mirovan a bajarê Qamişloyê, xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan bi tevlibûna bi dehan Rojnamevan û Endamên Mafê Mirovan li pêşiyan Netewên Yekbûyî (NY) dest pê kir.
Li ser navê Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd axivî û got: “Ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, hemû rojnamevanên ku li vir in, kedeke mezin dan. Deng û rastiya vê şoreşê li seranserê cîhanê bi giştî belav kirin û deng û têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan. Van rojnamevanan xwestin bibin dengê rastiyê. Êrîşên dewleta Tirk her dem li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin û di van êrîşan de gelek kes dibin hedef.
‘Êrîşên li ser rojnamevanan wê tu carî me bêdeng nekin’
Di van demên dawî de gelek rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan û hatin hedefgirtin yek ji wan rojnamevanan rêhevalê me Egîd Roj bû bi êrîşek li Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest da. Wan rojnamevanan berê xwe dabûn qadên şer ji bo ku dengê rastiyê li van qadan ragihînin lê her dem bi siyasetên qirêj ên ku didin meşandin hewl dan wan bêdeng bikin. Ji ber vê yekê li ser navê Yekitiya Ragihandina Jin, Yekitiya Ragihandina Azad û Komeleya Mafên Mirovan me xwest ku em helwesta xwe li hemberî van êrîşan nîşan bidin û şermezar bikin. Ji ber ku êrîşên li ser rojnamevanan tên kirin, tu carî wê nikaribin me bêdeng bikin. Heya niha ruxmî evqas êrîşan ragihandina azad tu carî bêdeng nebû, wê ji niha û pê ve jî bêdeng nebe.
Di van êrîşan de Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn, Nazim Deştan û gelek rojnamevan li Başûrê Kurdistanê hatin hedefgirtin. Em soz didin wan hevalên xwe em ê bêdeng nemînin ne tenê bi riya nûçeyên xwe em ê helwestên xwe li cihên pêwîst jî nîşan bidin.”
Piştî axaftina Arîn Siwêd Yekitiya Ragihandina Azad û ya Yekitiya Ragihandina Jin û Komeleya Mafên Mirovan nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî kirin.
Xwepêşandan bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.