Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Fethî Ildir pirsîn

Dayîkên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftane ya hezar û 119’an de kûjerên Fethî Ildir ê ku di sala 1993’an de hatibû binçavkirin û kuştin, pirsin û wiha gotin:“Di sûcên ku li dijî mirovahiyê pêk hatine de demborî tune ye. Kujerên Fethî Ildir li ku ne?”

Stenbol- Dayîk/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya hezar û 119’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin.

Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê, Dayîkên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Fethî Ildir ê ku beriya 33 salan hatibû windakirin, pirsîn.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn metna daxuyaniyê xwend.

‘Kujerên Fethî Ildir li ku ne?’

Eren Keskîn, diyar kir ku di windakinan de berpirsyariya dewletê heye û wiha got: “Çiqas dem derbas bibe jî berpirsyartiya dewletê ji holê ranabe. Em vê hefteyê qala Fethî Ildir ê ku di sala 1993’an de hatibû windakirin û kuştin dikin û li kujerên wî dipirsin. Fethî Ildir 18 salî bû û li navçeya Hezexa Şirnexê dijiya. Di sala 1993’an de ji bo here kar ji malê derket. Şahidan, diyar kir ku Fethî li gundê Kuştepeyê hatiye binçavkirin. Gundê Kuştepeyê jî wê demê navenda Hîzbûllahê bû. Malbatê  tavilê serî li saziyên dewletê da. Lê ji wan re hate gotin; Fethî nehatiye binçavkirin. Di 19’ê Îlona sala 1993’an de cenazeyê Fethî Ildir ê ku îşkence lê hatibû kirin, li ser rêya Cizîr û Hezexê hate dîtin. Kujerên Fethî Ildir li ku ne?”

‘Çend sal derbas dibin bila bibin jî em ê li pey dosyaya Fethî Ildir bin’

Eren Keskîn bi bîr xist ku doza derbarê kuştina Fethî Ildir de hatibû vekirin û wiha axivî: “Navê cerdevan Mehmet Şerîf Tanriverdî, Cemal Gozuncu, Behrem Gozuncu û Suleyman Gungor di dosyayê de cih girt. Lê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dosyayê wekî ‘kujer nediyar’ pênase kir. Dosya paşê ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate şandin. Di dosyayê de bi salan e tu pêşketin tune ye. Em di sala 33’emîn a windakirin û kuştina Fethî Ildir de dîsa dibêjin; di sûcên ku li dijî mirovahiyê pêk hatine de demborî tune ye. Çend sal derbas dibin bila bibin jî em ê li pey dosyaya Fethî Ildir bin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.