YPJ: Em ê bibin deng û îradeya Êzidiyên berxwedêr

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê got ku “Garantiya tekane û pênasa rastîn a parastina civaka me ya Êzidî, tenê bi kûrkirina pergala xwerêveberiya demokratîk û naskirina fermî ya mafên wan ên siyasî û çandî pêkan e.”

Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, li ser malperaxwe bi boneya 12’emîn salvegera Jenosîda Şengalêdaxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de êrîşên DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa2014’an a li dijî Şengalê hat şermezar kirin û wiha hat gotin: “Di kesayeta şehîdên fermana dawîn de, em hemû cangoriyên ku li dijî hovîtiyê bedena xwe kir mertal bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Birîna kûr a ku li dil û hişmendiya gelê me yê Şengalê hatiye vekirin, tenê bi bilindkirina asta têkoşînê, avakirina xweseriyê û birêxistinbûna civakî dikare bê pêçan. Çeteyên hov ên DAIŞ’ê, bi piştgirî û plansaziya dewleta Tirk a dagirker, hewl da qirkirina ku li ser civaka me ya Êzidî ya resen a Şengalê dabûn destpêkirin, bikin qonaxa qirkirina giştî ya li dijî tevahiya gelê Kurd.”

‘Di şexsê jinên tije bawerî û şerker de hişmendiya baviksalar hat hilweşandin’

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo pêkanîna vê stratejiya tarî, ji Kobanê heya Şengal û Mexmûrê, êrîşên herî hovane û qirêj birin ser jin, zarok û kalan: “Hêzên mîna PDK’ê ku beriya niha doza parastinê dikirin, di wê kêliya dîrokî de berpirsiyariya xwe red kirin, civaka Êzidî di nav lepên hovîtiyê de hiştin û ew rûbirûyî komkujiyek bêaman kirin. Lê belê ev senaryoya tarî bi berxwedana destanî ya 12 siwariyan re rûbirûyî têkçûneke dîrokî bû. Di şexsê jinên tije bawerî û şerker de, ew hişmendiya baviksalar û destdirêjker a ku dixwest vîna azad dîl bigire, bi tevahî hat hilweşandin. Armanca van êrîşan ne tenê tunekirina fîzîkî bû; armanca sereke bêîrade hiştina civakê û qutkirina gelê Şengalê ji koka wan a dîrokî û xwebûna Êzdayetiyyê bû. Kiryarên vê koma çeteyan ji kuştin û dîlgirtinê heta wêrankirina hafiza çandî û hewldana tunekirina hebûna olî di bingeha xwe de li dijî nirxên mirovahiyê û felsefeya jiyana azad sûcekî mezin ê dîrokî ye.”

Banga berpirsiyariya exlaqî

Di daxuyaniyê de ev bang li li  wijdana giştî ya civaka navneteweyî hate kirin: “Em bang li wîjdana giştî ya civaka navneteweyî dikin ku ji bo rizgarkirina bi hezaran jin û ciwanên me yên Êzidî ku hîn jî dîl girtîne, berpirsyariya xwe ya exlaqî û dîrokî bi cih bînin. Ji ber ku xwedîderketina li gelê Êzidî pîvana bingehîn a mirovahiyê ye. Pêwîst e baş bê zanîn ku gefên li ser Şengalê ne tenê li dijî erdnîgariyekê ne, belê rasterast hedefgirtina hebûna siyasî, civakî û nasnameya resen a tevahiya gelê Kurd e. Garantiya tekane û pênasa rastîn a parastina civaka me ya Êzidî, tenê bi kûrkirina pergala xwerêveberiya demokratîk û naskirina fermî ya mafên wan ên siyasî û çandî pêkan e. Parastina berxwedan û îradeya azad a Şengalê, xwedîderketina li cewher û pêşeroja hevpar a tevahiya gelên azad e.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em soz didin ku heta rizgarkirin û diyarkirina çarenûsa hemû jinên me yên hatine dîlgirtin, em ê têkoşîna xwe bê navber û bi biryardariyeke mezin bidomînin. Ji bo afirandina jiyaneke azad, wekhev û aram ku hêjayî civaka me ya Êzidî ye, em ê tevahiya piştgiriya xwe ya exlaqî û mirovî bixin meriyetê û bibin deng û îradeya gelê xwe yê Êzidiyên berxwedêr.”