Li Cezayîrê 'Roja Vekirî' platformek ji bo jêhatîbûn û berhemên jinan

Enstîtuya Fransî ya li Cezayîrê bi çalakiya "Roja Vekirî" re derfet da jinên hunermend û karsaz ku berhemên xwe yên afrîner pêşkêş bikin û ezmûnên xwe parve bikin.

Cezayîr – Roja vekirî ya ku ji aliyê Enstîtuya Fransî ya li Cezayîrê ve hat lidarxistin, tenê cihekî ji bo pêşandana berhemên hunerî nebû, di heman demê de bû cihekî ku ezmûnên cihêreng ên jinan lê hatin pêşandan. Bi hunermendî, afrînerî û projeyên çandî re ew roj veguherî platformek ji bo jinên Cezayîrê.

Çalakiya "Roja Vekirî" ku duh hat lidarxistin, bernameyeke curbecur pêşkêş kir, civîn, atolye, performans û çalakiyên çandî, digel derfeta keşfkirina karên afrîner ên jinên hunermend û hunermendên jin ên cihêreng di nava xwe de digirt.,

Piştgirîdayîna jêhatîbûna jinan ji pêşandana berheman zêdetir e

Rêxistina "Algerian Woman Art" bi beşdariya komek jinan ku ezmûn û berhemên xwe pêşkêşî temaşevanan kirin, di vê çalakiyê de cih girt.

Balyoza "Algerian Woman Art" Malak Xelaf diyar kir ku armanca beşdariya rêxistinê bi komek jinên afirîner re, ew bû ku derfetê bide wan, bên naskirin û platformek ji bo pêşandana karên xwe ava bikin. Rengîniya ezmûnên van jinan hişt ku şiyanên cihêreng ên di warên huner, berhemên destan û xebatên afrîner de derkevin pêş.

Berhemên ku hatin pêşandan ji zêr û zîv, şem û cilan bigre heta hingiv û berhemên din li xwe digirtin; ev yek berfirehiya jêhatîbûna jinan û şiyana wan a veguherandina jêhatîbûnên takekesî bo berhemên xwedî taybetmendiyeke bêhempa û nasnameyeke taybet a Cezayîrî nîşan dida.

Însiyatîf derfet dide jinan ku xwe îfade bikin

Ji bo Malak Xelaf, girîngiya van civînan ne tenê di pêşandana berheman a ji bo raya giştî de ye; her wiha di afirandina derfetên têkildarbûnê û vekirina deriyên nû ji bo jinên jêhatî û karsazan de ye. Komkirina hunermendên destan, hunermendên şêwekar û karsazên çandî li cihekî hevpar, danûstandina ezmûnan û dîtina derfetên nû yên hevkariyê hêsan dike. Di heman demê de derfetê dide jinan ku xwe û karên xwe li derveyî derdorên xwe yên asayî pêşkêş bikin.

Parçeyên mozaîkê yên biçûk vediguherin çîrokekê

Di nava beşdaran de, Emal Koussim karê xwe yê di hunera mozaîkê de pêşkêş kir, qadek ku wê ji ber hewesa reng û şeklan hilbijartiye û potansiyela bêhempa ya ku ev teknîk pêşkêşî dike nîşan da ku ji perçeyên biçûk û takekesî berhemeke hunerî ya hevgirtî biafirîne.

Emal Koussim vê forma hunerî wek navgînek ji bo xweîfadekirinê bi riya tevlihevkirina rengan û rêzkirina şeklan dibîne, pêvajoyeke ku her perçe beriya cihê xwe di nava kompozîsyonê de bibîne, rastbûn û sebrê dixwaze. Rêwîtiya Emal a ku bi fêrbûn û pratîkê dest pê kir, ber bi pêşandana karê xwe û beşdarbûna di pêşangehên curbecur ve domiya û bi beşdarbûna çalakiya li Enstîtuya Fransî ya li Cezayîrê bi dawî bû.

Ji bo Emal Koussim hunera mozaîkê ji huner an jêhatîbûnek teknîkî bêhtir e. Ji bo wê ew riyek e ku hûrguliyên biçûk veguherîne wêneyek mezintir, her perçeyek îmzeya xwe ya cihêreng dide.

Veguherandina çîrokbêjî û lîstikan ji bo cîhaneke xeyalî

Maya projeya xwe ya bi navê "Hajî Majî" weke beşek ji bernameyeke jêhatîbûnê pêşkêş kiriye. Proje çîrokbêjî, lîstik û karakteran bi hev re entegre dike, vegotinan bi riya cîhaneke înteraktîf pêşkêş dike ku dîrok û lîstikê vedibêje. Karakter di ezmûnê de roleke navendî dilîzin bi taybetî "Dalia" ku Maya wê weke kesayeteke girîng di projeyê de bi nav dike.

Maya "Hajî Majî" weke projeyek bi taybetî bi navenda jinan diyar dike. Jin ji bo cîhan, karakter û çîrokên wê re girîng in, hewldanek ji bo afirandina qadeke vegotinê ya bêhempa nîşan dide ku xeyalên bi înteraktîfbûnê re tevlihev dike.

Bi riya vê însiyatîfê, Maya armanc dike ku konseptek afrîner veguherîne projeyeke pêşketî ku derfetê dide zarok û temaşevanan çîrokan bi awayekî ku kêf, fêrbûn û lîstikê bi hev re dike yek keşf bikin.