“YPJ`ê mîrasa jinên berxwedêr mayînde kir”
YPJ 8 salên bi têkoşîn û destkeftiyên mezin li pey xwe hîşt. Di dirêjahiya van salan de şervanên YPJ`ê bûn hêz û nasnameya jinên Kurd û cîhanê.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Di nava dîroka her gelekî de jinên şerker ku artêş bi rêve birine, serokatiya êlan kirine, şûrê xwe hildane û di qada cengê de şer kirine, hene. Têkoşîn wan jinan di roja îro de li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ê mayînde dibe. Destpêka sala 2011`an bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin beşdarî nava Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê bûn. Sala 2013’an bi damezrandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hejmara jinan di nava hêzên leşkerî de zêdetir bû, ji ber vê tabûrên taybet ên jinan hatin avakirin. Yekemîn tabûra jinan li Kantona Efrînê bi navê Şehîd Rûken 13`ê Sibata 2013`an hat ragihandin, duyemîn tabûr bi navê şehîd Edalet li kantona Qamişlo di 9`ê Adara 2013`an de hat ragihandin û sêyemîn tabûra bi navê Şehîd Dîcle li kantona Kobanê di 24`ê Adara 2013`an hat ragihandin. Di 2-4`ê Nîsana 2013`an de şervanên jin yekemîn konferansa xwe li bajarê Dêrikê li dar xistin. Di konferansê de Yekîneyên Parastina Jin YPJ hat ragihandin.
Roja 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ev roj ji bo Gelê Kurd zayîna jiyana nû ye. Li ser vê bingehê Yekîneyên Parastina Jin biryar dan ku di 4`ê Nîsanê de hêzeke xweser ava bikin û bi vîneke azad, bawerî û cesaret jinan biparêzin.
YPJ`ê pêşengiya têkbirina komên çete kir
Bi ragihandina YPJ`ê re êdî şervanên jin bi awayekî fermî beşdarî şerên li herêmê bûn. şervanên jin bi berxwedaniyeke mezin li dijî êrîşên Cebhet El-Nusra, Çeteyên DAIŞ`ê, Artêşa Azad û Ehrar El-Şam ên li ser Serêkaniyê, Til Hemîs, Til Birak û Til Temirê şer kirin û gelek şehîd jî dan. Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de êrîşî Kobanê kirin, şervanên YPJ`ê di berxwedaniya Kobanê de qehremaniyek bêhempa nîşan da. Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê û Rûken Sîpan bi çalakiyên xwe yên fedayî rengekî din dan berxwedanê. YPJ bû sembola serkeftina Kobanê ya 26`ê Çileya 2015`an. Têkoşîna ku jinan di şerê li dijî Çeteyên DAIŞ`ê de nîşan dan bala tevahî cîhanê kişand. Ji ber vê gelek jinên enternasyonalîst beşdarî nava refên YPJ`ê bûn.
Bi tunekirina DAIŞ`ê re tola hemû jinan hilanîn
Di 12`ê Cotmeha 2015`an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat ragihandin, hêzên YPJ`ê weke hêzeke sereke beşdarî nava QSD`ê bûn. Bi vî rengî jî şervanên YPJ`ê bi armanca tolhildana jinên Êzidî û herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de beşdarî pêngavên rizgarkirina Minbic, Tebqa, Reqa û herî dawî jî Baxozê bûn. Çeteyên DAIŞ`ê di 23`ê Adara 2019`an de li bajarokê Baxozê yê Dêrezorê tunebûn. Bi tunekirina DAIŞ`ê re şervanên YPJ`ê tola bi hezaran jinan hilanîn.
Şervanên YPJ`ê li rex şerê tunekirina DAIŞ`ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî parzêvaniya axa xwe kirin. Di êrîşa dewleta Tirk a sala 2018’an ser herêma Efrînê de şervanên YPJ`ê fedakariyeke mezin nîşan dan. Şervana YPJ`ê Avêsta Xabûr li ser şopa Arîn Mîrkan li herêma Cindirêsê çalakiya fedayî pêk anî. Her wiha di êrîşên dewleta Tirk ên di sala 2019`an de li ser Serêkaniyê û Girê Spî, de jî YPJ’ê pêşengiya eniyên berxwedanê kir. Di êrîşên ser Girê Spî de şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê bi birîndarî dîl girtin û birin Tirkiyê. Çîçek di 23`ê Adara 2021’ê de ji aliyê Tirkiyeyê ve hat darizandin û cezayê mûebed lê hat birîn.
YPJ bi berxwedana xwe bû cihê baweriyê
Şervanên YPJ`ê di encama fedakariya li Kobanê û Efrîn, berxwedaniya li Minbic û Reqa, tolhildana li Baxoz û Serêkaniyê bûn cihê baweriyê. YPJ`ê bi bîrdozî û rêxstinbûna xwe ji tevahî cîhanê re da diyarkirin ku encax jin dikarin jinan biparêzin û rola xwe di parastina axê de bilîzin. Bi vî rengî jî şervanên YPJ`ê nasnameya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava, hêz, bawerî û çavkaniya ewlehiyê ne.
“Jinan cihê xwe di hemû hamleyan de girtin”
Ji Fermandarên YPJ’ê ya eniya Eyn Îsa Milîtan Çiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî jinan pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di nava van çend salên şoreşê de bi saya têkoşîna YPJ me gelek destkefî bi dest xistin û bi hezaran jin ji dest çeteyên DAIŞ'ê rêzgar kirin. Jinan bi awayekî çalak xwe bi rêxistin kirin û cihê xwe di nava hemû hemleyan de girtin. Di nava dîrokê de her tim jinan parastina xwe û civakê kirine, li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava jî Yekîneyên Parastina Jin li beramberî terora çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û dawî li çeteyên DAIŞ'ê anîn. Li ser bîr û baweriya bi salan e jin meşiyaye, ji dîrokê bigre heye roja îro berhem û destkeftiyên jinên têkoşer bi dest xistine bi saya xurtkirina vê hêzê bû, li ser wê bîr û baweriyê jî em xwedî li parastina gelê xwe derdikevin. Di pêvajoya 8 salan de gelek destkeftî hatin bidestxistin û ev rengê jinan ê derdikeve holê jî mirov dikare bêje rengê azadiyê ye. YPJ bi felsefe û şer dijî.”
YPJ bû hêviya hemû jinan
Milîtan girîngiya rola Yekîneyên Parastina Jin di nava civakê de wiha anî ziman: "YPJ bi taybetî di nava şerê Kobanê de deng veda, vê yekê hişt jinên biyanî jî beşdarî nava refên YPJ'ê bibin. Êdî YPJ ji bo hemû jinan bû cihê baweriyê, meraqa jinan di nava YPJ'ê de heye. Çima bi taybetî roja damezrandina YPJ'ê di 4'ê Nîsanê de ye? Ji ber hebûna Rêber Apo hebûna tevahî jinan e. Jinan artêşa xwe avakirin û xwedî li parastina tevahî jinan derketin. Ji bo vê jî ev damezrandin ji bo jinan nûbuneke. Di nava şerê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî de YPJ rola xwe lîst. Di heman demê de bi bîr û bawerî li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wî şer dikin, di nava şeran de rengê jinan li pêş e. Dema gel li artêşbûna jinan mêze dike wê demê bandoreke mezin dide avakirin, dema dijmin bi çavên xwe dibînin jin li hemberî wan şer dikin wê demê tirs bi wan re çêdibe. Çeteyên DAIŞ'ê jî di nava şer de digotin divê em bi destên jinan neyên kuştin, bi taybetî dema dengê tilîliyên jinan dihatin."
Milîtan bal kişand ser rola YPJ'ê di nava eniya Eyn Îsa de û wiha dom kir: "Şerê niha li navçeya Eyn Îsayê tê kirin, jin tê de pêşeng in bi erk û misyona xwe radibin, ev yek jî di dema çalakiyan de dide xuyakirin. Me soz daye gelê xwe bi taybetî gelê Eyn Îsayê ku em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û dagirekeran têk bibin. Careke din em soz didin tu car gav başve navêjin û em bi israr in hemû êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî bişkînin."
"4`ê Nîsanê vejîna jiyana nû ye"
Şervana YPJ`ê Nûcan Amed jî bi lêv kir ku 4`ê Nîsanê zayîna jinên Kurd e û wiha axivî: "Me bi saya bîrdoziya Rêber Apo hebûna xwe bihêztir kir, ji ber vê roja 4`ê Nîsanê roja zayîna gelê Kurd e. Bi taybetî weke jin heger em binirxînin, ji zayîna gelê Kurd zêdetir 4`ê Nîsanê ji bo me jinan vejîna jiyana nû ye. Damezirandina YPJ`ê di heman dîrokê de ye, ji ber vê 4`ê Nîsanê ji bo me xwedî girîngî û wateyeke mezin e. Ez weke kesayet nasname, hebûn, fikir û vîna xwe di nava refên YPJ`ê de dibînim. Ji lewre çawa ku Rêber Apo kedeke mezin ji bo me jinan da, em ê weke şervanên YPJ`ê ji bo azadî û parastina civaka xwe têbikoşin."
YPJ hêviya hemû jinan e
Nûcan Amed soza xwe ya parastina nirxên jinan wiha anî ziman: "Heger jin bibin yek wê demê tu kes nikare êrîşî wan bike û mafên me biçewisîne, ji ber vê artêşa jinan YPJ hêviya tevahî jinan e. Em weke şervanên YPJ`ê beşdarî tevahî hemleyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava bûn. Me bi hezaran jin ji terora DAIŞ`ê rizgar kirin. Dema jinên ji pêkhateya Ereb hêza YPJ`ê didîtin, bi bandor dibûn û beşdarî YPJ`ê dibûn. Ji ber vê me bi hev re û bi yek hêzê DAIŞ têk bir û tola xwe hilanî. Em bi wesîleya salvegera damezrandina YPJ`ê soza xwe ya ji bo parastina nirxên hemû jinan nû dikin."