Yên ku li ser şopa Hevrîn Xelef dimeşin: Divê jinên Sûriyeyê bibin yek

Siyasetmedar Ghalia Kaciwan gotina Hevrîn Xelef a ji Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya “Rojekê ku her tişt baş bibe, hûn ê li paş xwe binêrin û serbilind bin ku hûn teslîm nebûne” bi bîr xist û got: “Ez bang li jinên Sûriyeyê dikim ku bibin yek.”

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Reqa - Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di 12’ê Cotmehê de, di roja sêyemîn a êrîşan de, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya Eyn Îsayê tevî 7 kesên din hat binçavkirin û îşkence li wan hat kirin. Dîmenên îşkenceyê di çapemeniyê de cih girtin. Di rapora otopsiyê de hat diyarkirin ku Hevrîn Xelef û rêhevalên wê bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Di ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn. Di berdewamiya êrîşên dewleta Tirk de jin bûne hedef. Berdevka Fermî ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ghalia Kaciwan qala Hevrîn Xelef û têkoşîna wê kir.

‘Bi têkoşîna xwe roleke pêşeng hebû’

Ghalia Kaciwan anî ziman ku ew siyasetmedareke ku ji bo azadî, demokrasî û aştiyê bîne hemû herêmên Sûriyeyê têkoşiya û wiha got: “Di Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê de bi têkoşîna xwe roleke pêşeng û xebateke bêwestan hebû. Di şopandina guhertin û bûyerên siyasî de hewldar bû. Wê dixwest gelê Sûriyeyê di nava yekitiyê de bijîn û ji bo vê yekê dixebitî.”

‘Ji bo lihevkirina hemû pêkhate û mezheban têkoşiya’

Ghalia Kaciwan bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê heta niha li dijî gelê Sûriyê û piranî jinên Sûriyê sûcên herî mezin ên dijmirovahî pêkaniye û wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze pêşî li sîstema Neteweya Demokratîk bigire û Sûriyê têk bibe. Bi tunekirina destkeftiyên ku jin bi şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, hewl dide jinan bêdeng bike û cudakariyê li rola wan a pêşeng bike. Ji ber vê yekê siyasetmedar Hevrîn Xelef ku di her qadê de di çareseriya pirsgirêkan de xwedî roleke erênî ye, hate hedefgirtin. Hevrîn Xelef di aloziya Sûriyê de ji bo bidestxistina lihevkirina di navbera hemû pêkhate û mezhebên gelê Sûriyê de têkoşiya.”

‘Ger dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bibe, êşa gel jî wê bi dawî bibe’

Ghalia Kaciwan da xuyakirin, ku pêwîstiya wan bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî, nenavendî heye û got: “Divê em pêşî li hemû dewletên derve, di serî de dewleta Tirk ya destwerdana karên navxweyî yên Sûriyeyê bigrin.” Ghalia Kaciwan, diyar kir ku dewleta Tirk a ku “sponsor”ê DAIŞ’ê ye, gelek komkujî pêk anîne û got: “Îro binpêkirinên xwe yên li hemû herêmên Sûriyeyê didomîne. Dewleta Tirk hewl dide DAIŞ’ê careke din zindî bike. Armanca dewleta Tirk hîn zêdetir dagirkirina axa Sûriyê ye. Dagirkeriya Tirkiyê li hemû xaka Sûriyê heye û ger hebûna wê bi dawî bibe wê êşa gelê Sûriyê jî bi dawî bibe.”

‘Bêdengî îspata hevkariya dewleta Tirk e’

Ghalia Kaciwan diyar kir ku li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên li dijî jinan ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne bêdengiya navneteweyî heye û got: “Bêdengiya vê demê ya li hemberî binpêkirinan îspat e ku hemû welatên garantor hevkarê dewleta Tirk in. Hemu welat dixwazin herêmê ji hemû beşên civakê vala bikin.”

‘Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin serkeftinên mezin bi dest xistin’

Ghalia Kaciwan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi sûîqestên ku kiriye re hewl dide îrade û vîna jinan bişkîne û destnîşan kir ku ew ê di şopa Hevrîn Xelef de têkoşîna xwe bidomînin. Ghalia Kaciwan got: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya şoreşê kirin û serkeftinên mezin bi dest xistin ku bala cîhanê û welatên Rojhilata Navîn kişand ser xwe. Jin li gelek welatan bûne mînak. Mînaka herî baş jî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir.’

Ghalia Kaciwan bal kişand ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziyê çêbike û got: “Her tim hewl dane têkoşîna jinan bi dawî bikin. Dewleta Tirk li dijî gelan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û sûcên dijmirovahî dike. Bomberdûmanên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin û sûîqestan li ser pêşengan tên kirin. Partiya me jî tê hedefgirtin û ev hemû jî ji bo bidawîkirina sîstema Neteweya Demokratîk e.”

‘Hevrîn Xelef rojekê jî çek nehilgirt’

Ghalia Kaciwan anî ziman ku qetilkirina Hevrîn Xelef li hemû cîhanê deng veda û wiha got: “Hevrîn Xelef banga aştiyê dikir, rojekê jî çek nehilgirt. Daxwaza wê tenê ew bû ku yekitiya Sûriyê pêk bîne. Dixwest êşên gelê Sûriyê û jinên Sûriyê bi dawî bike. Ji bo bidestxistina azadiya xwe peyama yekîtiyê da jinên Rojhilata Navîn û cîhanê. Herwiha weke delegasyon di platformên navdewletî yên ji derveyî Sûriyê de jî cih digirt.”

‘Ez bang li jinên Sûriye û cîhanê dikim ku refên xwe bikin yek’

Ghalia Kaciwan axaftinên xwe de bal kişand ser tevgera gel a li bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê jî û wiha got:

“Di çalakiyên xwe yên protestoyî de wêneyên Hevrîn Xelef hilgirtin. Xwîna Hevrîn Xelef li Suweydayê kulîlk vekir. Em ê Hevrîn Xelef li her qadê zindî bihêlin û me navê wê li gelek saziyan kir. Dixwest bêhna yasemînê li seranserê Sûriyê belav bike. Ji ber vê yekê li bajarê Reqayê baxçeyê şehîd Hevrîn Xelef heye. Li ser navê wê komîn û meclîs hene. Li Fransayê kolana Lyonê bi navê wê hate binavkirin, bivê yekê dengê wê giha hemû cîhanê. Her kesî, wê nas dikir û yê nas nedikir îmaja wê, deng û gotinên wê yên xweş bi wateyên kûr û bilind di bîranînên xwe de girtin. Çend roj beriya şehadeta wê gotibû; ‘Rojekê ku her tişt baş bibe, hûn ê li paş xwe binêrin û serbilind bin ku hûn teslîm nebûne’. Di vî warî de ez bang li jinên Sûriyê û cîhanê dikim ku refên xwe û rola xwe bikin yek.”