‘Yekrêziya Kurdî encama ked û fedekariya bi salan e’
Jinên kurd yên kantona Cizîrê Konferansa Yekîrêzî û Yekhelwesta Kurdî pîroz kirin û destnîşan kirin ku yekîtî, encama ked û destkeftiyên bi salan yên Şoreşa Rojava ye. Jinan gotin “Jin ji bo yekîtiya Kurdan her dem di nava tekoşîn û berxwedaniyê de bûn.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 26 ‘ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 400 kesayetên ji Rojava, Bakur û Başûr, herêmên din ên Sûriyeyê û derveyî welat, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Jinên Kurd bi riya ajansa me kêfxweşiya xwe anîn ziman û roja 26’ê Nîsanê wek rojek dîrokî pênase kirin.
Jina Kurd Nuhad Şindî ku ji navçeya Til Temir e anî ziman ku konferans gavek pîroz e, temsîla îradeya azad ya civakê dike û wiha pê de çû: “Ev gavê dîrokî ku xewn û xeyala gelê Kurd a bi salan e, em bi şans in ku îro em dibin şahidên kêlî û rojên dîrokî. Kêliyên çawa xewn û xeyalên dapîr û bapîrên me pêk tên. Bi rastî jî ev roj ne bi hêsanî hat, di encama ked û fedekariya bi salan a şoreşê de çêbû. Çiqas xweş e ku em îro encamên keda xwe li ber çav bibînin û ji bo parastina deskeftiyên vê kedê, îro yekrêziya gelê Kurd pêk hat.”
‘Gelê Kurd bi banga dîrokî rojek dîrokî nûjen kir’
Nuhad di derdewama axaftina xwe de da zanîn ku gelê Kurd li ser banga dîrokî ya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiribû, rojek dîrokî nûjen kiriye û wiha got: “Di vê pêvajoya hesas a ku Sûriye tê re derbas dibe de, wekî bersiveke ji bo xwesteka gelê Sûriyeyê, ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk, pirrengî, pir alî, ne navendî, ku rûmet û nasnameya gelan biparêze. Îro bi vê gavê dawî li polîtîkayên dûrxistin û perçekirinê tê. Bi vê yekrêziyê hêz û îfadeyek azad ava dibe û Sûriyeyê ber bi pêşerojek azad û xwedî nasname ve ava bibe. Ev dem dema yekrêziyê bû û bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a aşîtiyê, gelê Kurd ev gav pêk anî, ji bo misogerkirina maf û hebûna xwe.”
‘Jinan ji bo yekrêziya Kurdî pêşengtî kir’
Beyan Xelîl ku ji bajarê Hesekê ye jî, destnîşan kir ku jin ji bo pêkanîna gavek stratîjîk a wekî yekrêziya Kurdî bi salan tekoşîn û berxwedan meşandine û wiha got: “Em yekrêziya Kurdî pîroz dikin û gavek dîrokî ber bi avakirina Sûriyeyek nû li ser bingeha azadî, pirrengî, demokratî û azadiya jin û civakê misoger dike. Jinan ji bo pêkanîna vê rojê bi salan tekoşîn û berxwedaniyek mezin meşandin. Her kêlî û roj di nava kar û xebatê de bûn, îro jî encamên vê kedê em jiyan dikin. Yekîtî, hêz û îrade ye. Emê bi vê hêzê daxwaza mafên xwe bikin û Sûriyeyek ne navendî ku mafê her pêkhateyek tê de were parastin misoger bikin. Ev gav bersivek ji bo planên qirkirin û tunekirinê ye, bi vê gavê emê azadiyê misoger bikin.”