Yekîtiya Ragihandina Jinan êrîşa li dijî kedkarên JIN TV şermezar kir

Yekîtiya Ragihandina Jinan bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî kedkarên JIN TV şermezar kir û diyarkirin ku Siyasetên dewleta tirk a dagirker careke din eşkere bû ku li dijî azadiya jinan e.

Navenda Nûçeyan-  Balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk dûh piştî danê nîvro li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li erebeyeke rojnamevanan da. Di encamê de karmendekî Jin TV'yê yê bi navê Necmedîn Feysel jiyana xwe ji dest dabû û nûçegihanek birîndar bû. Der barê şermezarkirina êrişa li dijî kedkarên JIN TV Yekîtiya Ragihandina Jinan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wihaye:

"Siyaseta dewleta tirk a dagirker careke din eşkere kir ku li dijî azadiya jinan e. Lê jinan rola xwe di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst. Heta ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin. Ev êriş, ji bo têkbirina destkeftiyên jinan û herêmê ye ku bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin. Em vê êrişê şermezar dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd Necmedîn Feysel re dixwazin. Her wiha şifeyê ji hevala xwe Delîla re dixwazin. Em careke din soz didin tevahî rojnamevanên di oxira eşkerekirina rastiyê de canê xwe feda kirine ku rêya wan berdewam bikin ta ku armancên wan pêk tên û tevahî sûcên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelên eşkere bikin emê têkoşîna xwe bi domînin.

Em bang li dezgehên çapemeniyê dikin ku sûc û komkujiyên ku dewleta tirk a dagirker pêk tîne ji cîhanê re ragihînin heta ku hesab jê were pirsîn."