Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan banga xebatê kir

Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê banga xebatê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan kir û daxwaz kir ku prensîba wekhevî û hemwelatîbûna bi bandor ji bo jinan bi cih bînin. Bi taybetî jinên di çandiniyê de dixebitin û jinên bêkar ên xwediyên dîplomayên zanîngehê.

Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê banga xebatê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan kir û daxwaz kir ku prensîba wekhevî û hemwelatîbûna bi bandor ji bo jinan bi cih bînin. Bi  taybetî jinên di çandiniyê de dixebitin û jinên bêkar ên xwediyên dîplomayên zanîngehê.
Tûnis - Yekitiya Neteweyî ya jinên Tûnisê di 6'ê Tebaxê de banga guhertina bi lez a pergala hilbijartinê û siyasî kir û berpirsyariya komeleyên ku fonên gumanbar distînin, ên gefê li destkeftiyên jinan dixwin.
Pêwîstiya bersivdana daxwazên gelê Tûnisî
Yekitiya Jinên Tûnisê diyar kir ku ew piştgiriya daxwazên Tûnisiyan dikin ku piştî protestoyên 25'ê Tîrmeha 2021'ê ji ber xirabûna şert û mercên tenduristî, aborî, civakî, siyasî û  banga pêwîstiya bersivdana daxwazên gelê Tûnisê kir.
Yekitiya Jinên Tûnisê di 8'ê Çileya 2021'ê de, li Ajansa Komarê ya li Tûnisê li dijî Nûner Mihemed El-Afas gilî kirin, ji ber sûcê şîdeta devkî ya li dijî jinan di rûniştina giştî ya ku ji bo nîqaşkirina pêşnûmeya budçeya Wezareta Jin, Malbat û kesên temenê wan mezin ên di sala 2021'ê de her wiha di 5'ê Tebaxê de bersiva gilî ji aliyê dadgehê ve hat dayîn.
Yekitî bi destkeftiyên jinan û pêdiviya parastina wan bawer e her wiha teqez dike ku pêdivî heye em li hemberî hemî kesên ku hewl didin nirxên jinên Tûnisê kêm bikin, mafên wan binpê bikin û wan tehdît bikin, bisekinin.
Yekitiya Neteweyî ya jinên Tûnisê ku berê bi navê Yekitiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê dihat zanîn, rêxistina mezin a jinan li Tûnisê ye û di sala 1956’an de ji hêla gelek çalakvanên destûrî ve hatiye damezrandin.