Yekitiya Jinên Yemenê projeya xwe ya parastina ji koronayê bi dawî kir

Yekitiya Jinên Yemenê di çarçoveya bihêzkirina jinan ku bikaribin bigihîjin dadmendiya zayendî û ewlehiya tenduristiyê projeya xwe ya parastina ji Covîd-19 bi dawî kir.

NÛR SIRÎB
Yemen- Yekitiya Jinên Yemenê roja 4’ê Cotmehê, di çarçoveya bihêzkirina jinan ku bikaribin bigihîjin dadmendiya zayendî û ewlehiya tenduristiyê projeya xwe ya parastina ji Covîd-19, bi dawî kir. Çalakiyên projeya zêdekirina parastina ji Covîd-19, ku bi hevkariya Wezareta Navxweyî, Wezareta Karûbarên Civakî û Wezareta Tenduristî û Nifûsê ya Gelêrî hat meşandin û ji hêla Koreya Başûr û bernameya pêşketina Neteweyên Yekbûyî ve tê fînansekirin bal kişand ser hişmendî û perwerdeya serokatiya jinan li Aden û Hadramawtê.
7 komxebat li Adenê û 3 li Hadramawtê pêk hatin
Rêvebera projeya xurtkirina parastina ji Covîd 19, Suad Mihemed, têkildarî materyalên perwerdeyê yên li ser mafên mirovan û şîdeta li ser jinan, mekanîzmaya sewqkirina dozan û polîsên civakê, ji ajansa me re axivî: "Yek ji çalakiyên herî girîng ên projeyê ew e ku hişmendiya medyayê bi riya materyalên hişmendiyê ji bo pêşîlêgirtina nexweşiya koronayê, bi navgîniya radyoyên herêmî yên li Aden û Hadramawtê her wiha belavkirina tûrikên ku alavên parastinê tê de ne li endamên ewlehiyê yên balafirgeh û navendên veqetandinê di du qonaxan de ye, qonaxa yekem ji bo hejmarek 500 û qonaxa duyemîn ji bo hejmarek 300’î ye."
Suad Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Proje 10 komxebatên perwerdeyê ji bo pêşengên jin ên ji Wezareta Karên Hundir, Tenduristî û Karûbarên Civakî digre nav xwe. Me 7 komxebat li Adenê û 3 li Hadramawtê pêk anîn û bi navgîniya wan komxebatan 15 endamên Komîteya Rewş û şopandinê hatin hilbijartin."  
5 pêşengên jin hatin hilbijartin
Suad Mihemed dibêje ku 5 pêşengên jin hatine hilbijartin û wiha got; "Di heman demê de, kapasîteyên 10 jinên pêşeng li her parêzgehek hatin avakirin, dûre 5 pêşengên jin hatin hilbijartin û ji bo rûbirûbûna bi koronayê re ew beşdarî civînên awarte bûn û 4 civîn jî li Aden û Hadramawtê hatin organîzkirin ku karê komîteyan organîze bikin." 
Suad Mihemed bal kişand ku di dawiya projeyê de pêşnûmeya piştrastkirina tedbîrên xebitandinê yên standard ji bo pêşîgirtina pandemiya koronayê hatiye destpêkirin ku ji hêla komîteyek ji 16 endamên Wezareta Navxweyî, Tenduristî û Karûbarên Civakî, rayedar û rêxistinên civaka sivîl ve pêk tê, hatiye xebitandin û ev piştrastkirin encama xebatek domdar û hevbeş hêjayî pesnê ye." 
Me bi giranî bal kişand ser perwerdekirina polîsên jin
Berpirsa Ragihandinê ya projeyê Samara Arassi got; "Di dema projeyê de, personelên ewlehiyê hatin perwerdekirin û hişyarkirin. Me bi giranî bal kişand ser perwerdekirina polîsên jin. Peyama min ji bo hemû kesên ku hatine perwerdekirin, çi li qereqolên polîsan an jî di bênderên bejahî û balafirgehan de kar dikin, ew ê li gorî tiştên ku ew fêr bûne pêgirê bin ku li hember koronayê bi hêz bin û li ber xwe bidin". 
Hêjayî gotinê ye ku proje di meha Hezîranê de hatiye destpêkirin û sê mehan li parêzgehên Aden û Hadramoutê domiya.