Yekîtiya Jinên Yemenê: Armanca me parastina jinan e

Yekitiya Jinên Yemenê ku li Yemenê ji sala 1968’an ve heta niha der barê bihêzkirina jinan de xebatan didin meşandin, diyar kir ku armanca wan ji tundiyê parastina jinan e.

HALA AL-HAŞÎDÎ

Yemen - Yekitiya Jinên Yemen ya bi hewldana komek ji aktivîstên mafên jinan, di sala 1968’an de damezrandin, ji bo beşdariya qadên perwerde, tendirustî û aborî zêde bikin gelek xebat dan meşandin. Jinên ku ji ber pevçûn û şer rastî tundiya zayendî ya civakê hatin, Yekitî piştgiriya psîkolojîk û civakî dike. Ji bo jin mafên xwe bizanibin xebatên hişyarkirinê didin meşandin. Yekitî di heman demê de bi armanca avakirina wekheviya zayenda civakî di saziyên dewletê, rêxistinên civaka sivîl û saziyên navneteweyî de ji bo hevkariyê bi pêş bixin hewldanên wan berdewam dikin.

 Piştgiriya derûnî û şêwirmendiya hiqûqî tê kirin

Seroka Yekitiya Jinên Yemenê Sabah Rajeh der barê xebatên Yekitiya Jinên Yemenê li walîtiya Taizê de zanyarî da. Sabah Rajeh da zanîn ku ji derveyî piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî, di qadên perwerde, tendirustî û aborî de der barê jinan de xebatan didin meşandin û got:

“Li Navenda Neteweyî ya Girtîgehên jinan li Taizê em li ser bernameyeke reformê dixebitin. Di mijara temînkirina alîkariya jinan a weke tedawî û çenteyê alîkariyê de pêştgiriya pêwîst em didin. Li herêmên cîran ên weke Mûsil, Şamatîn, Maafer me projeyên biçûk ên dewreyên perwerdeya dirûtin, xwedîkirina pez ji bo jinan me bernemayên bihêzkirinê xistin meriyetê.”

Sabah Rajeh destnîşan kir ku der barê mafên jinan ê zagonî de xebat didin meşandin û got: “Di dozên ku der barê pirsgirêka nefeqeyê de, me xizmeta hiqûqî ya rawêjkariyê da. Em bi pirsgirêkên di nava malê de eleqeder bûn. Bi riya Weqfa Piştgiriya Psîkolojîk piştgiriya psîkolojîk a jinan berdewam dikin. Li aliyê din em bi hevkariya Nevenda Rehabîlîtasyon û Parastina Jin û Zarokên keç xebitîn. Em berê jinên ku rastî tundiyê tên didin navendê.”

‘Armanc parastina ji tundiyê ye’

Sabah Rajeh bi bîr xist ku Yekitiya Jinên Yemenê li gel meqamên edlî, polîs û civaka sivîl di nava hevkariyê de ne û wiha got: “Ji ber hevkariya yekitiyê bi daîreya rêveberiyê re, di navbera walîtiyan de koordînasyon û hevkarî heye. Li ofîsa Sana û Aden û di heman demê de li gel walîtiyên din ji bo em xizmetê bidin hemû jinên Yemenê dixebitin. Armanca me ew e zêdetir em xwe bigihîjînin jinan û wan ji tundiyê biparêzin.”