Li Silêmanî çalakiya hûnerî: Hêza jinê di yekbûnê de ye
Bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî, Yekitiya jJinên Kurdistanê çalakiyek hunerî lidarxistin. Bi pêşangehek ya wêneyan têkoşîn û berxwedan û serhildana jinan li çar parçeyê Kurdistanê hat nîşandan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230308-20230308-03705-00-00-31-20-still553-jpg48ae3b-image-jpg0a7345-image.jpg)
Silêmanî – Li Hola Tewar ya bajarê Silêmanî, Yekitiya Jinên Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî bi diruşma ‘Hêza jinê di yekbûnê de ye’ çalakiyek hûnerî li darxist û pêşangehek ya wêneyan hate nîşandan.
Jin ji bajar û bajarokên cûda yên herêma Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn daxwaza wan ew bû ku tundîtûjî û binpêkirina mafê jinan ji holê rabe.
Di çalakiyê de stran ji aliyê koma jinên ciwan ve hat gotin û di pêşangehê de jî wêneyên jinên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi mehan e bi diruşma Jin Jiyan Azadî li ber xwe didin, berxwedaniya şervanên jinên Êzidî û kareseta erdhejê li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û çend wêneyên din yên têkoşerên jin hatin nişandan.
Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Şilêr Mihemed der barê çalkiya hunerî de wiha got: “Destpêkê ez roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikim, îro roja xebatên jinan e. Ez di wê hêviye de me ku tundîtûjiya li beramberî jinan û binpêkirina mafê jinan ji holê rabe.”