Yekitiya Jinên Demokratîk a Sûdanê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Yekitiya jinên Demokratîk a Sûdanê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo bandorên şer ji holê were rakirin û parastina welat ji karesata şerê navxweyî, em ê koordînasyona jinan bi hêz bikin.”

Sûdan – Yekitiya Jinên Demokratîk a Sûdanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya bi dawîkirina şer, encam û bandorên wê û parastina gel ji karesata şerê navxweyî.

Yekitiya Jinên Demokratîk a Sûdanê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi êrîşên ku li Sûdanê didome, divê li dijî şer mafê wekhev a hemwelatiyê yê jinên Sûdanê û rûmeta wê were parastin û destnîşan kirin ku li dijî pêkanînên sûcên ku ne zagonî û polîtîkayên reşkirin û bêbextî û înfazên bê daraz derketine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Di Roja Jinan a Cîhanê de, em silavên xwe di serî de ji jinên Sûdanê, dinyaya Ereb, Efrîqa û hemû jinên azad ên dinyayê re dişînin. Em jinên Sûdanê yên di têkoşîna azadî, aştî û edaletê de şehîd bûne û ji dîrokê ve ala têkoşînê hilgirtine bi rêzdarî bi bîrtînin. Ew hertim di çeperên herî pêş de cih girtin û li dijî zilmê li ber xwe dan, parastina azadiyê kirin û pira jiyana aştî û bi hevre ava kir û civak parast.

Îsal 8’ê Adarê me bi şerê ku welatê me hema bêje wê dû salên xwe yê şer temam bike de pêşwazî kir. Tu hêviyek ku ev şer bi sekine nayê dîtin, bi encamên xwe yên hilweşîn û felaketan şer welatê me di binpêkirina mafê mirovan de bir lutkeyê. Sûcên şer û sûcên li dijî mirovatiyê giha asta ku weke wê nehatî dîtin; rêjeya koçberiyê zêde bû, xelaya xwarinê çêbû û nexwşiyên şewbê belav bû. Welatê me yek ji karesatên mirovî ya herî xirab dijî ku şer bûye sedema wê. Her dû alî jî ji ber hirsa xwe ya desthilatê û berjewendiyên xwe yên teng şer gur kirine û ev şer parçebûna civakî kur kiriye û aniye halê mudaxeleyên navnetewî û herêmî ku xizmetê ji planên parçekirina Sûdanê re dike.

Em daxwaz dikin bê şert şer bisekine

Em bang li hemû hêzên netewî, civakî û demokratîk dikin ku bê şert demildest şer bisekînin. Li dijî gotinên bi kîn, nijadperestiyê, em ê planên parçekirina welatên xwe vale derbixin. Ji bo bêhêzkirina yekitiya netewî, çandî û ji pirrengiya dînî re rêz were girtin, pêkanîna jiyana bi hevre di nava aştiyê de û redkirina têkiliyên hêzên derve em ê xwedî li mafê gelê xwe derbikevin. Ji bo projeya şoreşê, riya demokratîk û avakirina desthilata sivîl em ê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin.

Ji bo jin îradeya xwe bi awayek berfireh bixwe tevgerê û bidawîkirina şer em ê hê zêdetir hewl bidin. Ji bo bandorên şer ji holê were rakirin û parastina welat ji felaketa şerê navxweyî em ê Koordînasyona jinan bi hêz bikin.”