Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê ji bo 25’ê Mijdarê civînek li dar xist

Îro li Şengalê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê civînek ve hat lidarxistin. Di civînê de jinên ciwan nêrînê xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku edî wek jinên Êzîdî zilmê li ser xwe qebûl nakin.

Şengal-Li navenda Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê (YJCŞ) bi boneya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê civînek hat lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin, semîner, nîqaş û temaşekirina sinevzyonekê derbarê rojê de dewam kir. Di dawiya civînê de jî jinên ciwan pankartek li ser ‘Li dijî tundiyê serbixe azadiyê’ nivisandin.

‘Bi saya fikrê Rêber Apo em bûne hêza çareseriyê’

Di destpêka civînê de Endama jinên ciwan Avesta Adar axivî û da zanîn ku armancên civînê naskirina tekoşîna 25’ê Mijdarê ye û wiha got:” Îro em weke jinên ciwan li hev kom bûne û li ser rewşa jinê nîqaş dikin û em diaxvin. Rastiyek wiha xwe heye ku ger me fikrekî nû negirtiba, îro me nedikarî li ser rastiya jinê nîqaş bikira. Lê bi saya fikrê Rêber Apo îro em li hev kom dibin û hemû êşên xwe, kêmaniyên xwe çareser dikin.”

‘Pêwîste em fikirê azad belavî derdora xwe bikin’

Endama Meclisa Gel a Sinûnê Sefînaz Îbrahîm jî di civînê de axivî û da zanîn ku nêzîkatiyekî wekhev dikare jiyanê xweş bike û wiha got:“Dema ku jinek û xortek karekî birêve bibin, divê bizanibin ku wekhevî heye. Azadiya jin divê êdî di Şengalê de misoger bibe. Berê fermanê jin nedikarî ji mal derkeve. Jinekê erebe bi ajota herkes li ser diaxivî. Lê belê niha piştî fikrê Rêber Apo û perwerdeya ku di nava me de pêşketiye, jin êdî bûye xwedî nasnameyeke bi wate. Jin di nava her karî de cihê xwe digre. Lê Mixabin hîna jî hin jin hene ku ji mal derneketi ne. Pêwîste her yek ji me azadiya jinê û vê fikrê azad bi derdora xwe jî bide femkirin. Ger ku em vê fikrî belav nekin wê heta dawiyê jin di bin bandora mêr de be û wê xwe li ser jin ferz bikin. Hîna jî pêwistiya me bi semîner, civîn û perwerdeyê heye. Ji ber ku hîna jî pir caran em nikarin li hemberî kamerayekê bi rehetî baxivin.”

‘Heta jin perwerde nebe, wê civak paşketî be’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Hala Şengalî jî bal kişand ser giringiya perwerdê û wiha got:“Mijarekî pir giring e ku îro em li vir kom bûne û vê mijarê nîqaş dikin. Mirov çiqas xwe perwerde jî bike hîna jî têrker nîne. Ji ber ku jin heta ku neyê perwerde kirin û bi pêş ve neçe wê her civak kole û bindest be. heta ku jin neyê birêxistinkirin wê rewşa civakê paşketî bimîne. Ji bo wê jî kombûna me pir xweş bû û baş hate guhdarkirin.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Bêrîtan Çiya jî nêrînê xwe anî ser ziman û bal kişand ser êşên ku jina Êzidî dîtiye û pêşketinên ku jiyan kiriye û wiha got: “ Bi hezaran jin hatin qetilkirin û hîn jî têne qetilkirin. Di fermanê de jî bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin û destdirêjî hate kirin. Jinê pir êş kişandiye. Berê keça Êzidî ne dikarî ku karekî bike û ji mal derkeve. Îro bi saya fikrê Rêber Apo her karî dike, zilma li ser jin pêwîste êdî nema bê qebûl kirin ji ber ku birastî jî pêşketinên pir mezin hene. Pêwîste jin xwe perwerde bike, zane bike û li himberî tundûtujiyê bisekine, qebûl neke û hêza xwe bibîne.”

‘Em pêşengên civakê ne’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Remza Cemîl jî di dawîyê de nirxandinê xwe kir û destnîşan kir ku ew weke keç û jinên Êzidî pêşengên civakê ne û wiha got:“Îro civîna me bi boneya 25’ê Mijdarê hat lidarxistin ku hemû hevalên me rabûn û nerînên xwe dan. Zilm û zora li ser jinê nayê qebûl kirin. Me dît di fermanê de çi bi serê keç û jinên Êzidî hat. Lê belê îro em weke keç û jinên Êzidî pêşengên civaka xwe ne û em zilm û zorê qebûl nakin.”