Yekitiya Jinên Ciwan ji bo guhertina hişmendiya paşverû têdikoşe

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temî kampanyaya “Jin, jiyan, azadî, ser bixwe azadî” ya li Kobanê hatiye destpêkirin nirxand û got ew bi xebatên xwe ji bo guhertina hişmendiya paşverû têdikoşin.

BEYDA OSMAN

Kobanê – Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê di 28'ê Adara 2023'yan de dest bi kampanyaya “Jin, jiyan, azadî, serbixwe azadî” kir. Kampanyaya ku li ser bingeha rêxistinkirina jin û civakê, bilindkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî hişmendiya desthilatdar a li ser jinan hatiye birêxistinkirin bi hemu leza xwe û bi xebatên bi hêzkirina jinan didome. Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temî derbarê pêşdeçûna kampanyaya jinên ciwan de axivî.

'Jin dihêle ku civak bi axê re werin girêdan'

Firyal Temî bal kişand ser armancên kampanyayê û wiha got: "Ev kampanya li komalên jinên ciwan ên li çiya dest pê kir û her qada me bi dirûşma "jin, jiyan, azadî, serbixwe azadî" kar û xebat didin meşandin. Ev dirûşma li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi qetilkirina Jîna Emîn re bû cîhanî. Em ê wek jinên ciwan bi vê dirûşmê bi azadiya jinan mîsoger bikin, ji ber ku jin xwedî şoreş û roleke mezin in di nava civakê de. Di heman demê de yek ji armanca kampanyayê bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye ku me bi saya fikir û felsefeya wî azadiya jinan nas kir. Bi taybetî ev pêvejoya ku em tê de ne her diçe qetilkirin, tecewiz û tundiya li ser jinan zêde dibe. Loma ev kanpanya girîng e. Dijmin bi riya şerê taybet, leşkerî û balafirên bê mirov dixwaze jinên pêşeng û welatparêz hedef bigre lê bi vê kanpanyayê em ê rê li ber pirisgirêk û êrîşan bigrin ji ber ku em di welatekî ku her dem êrîş li ser tên de dijîn û di heman demê de rêxistinkirina şerê gelê şoreşgerî heye. Çavkaniya sereke ya ku civakê bi axê ve girê dide jin e."

‘Em xwedî şoreş û serhildanên mezin in'

Firyal Temî di nava axaftina xwe de wiha got: "Erka me jinên ciwan giran e lê ev giranbûn wê serkeftinên giran bi xwe re bîne. Di vê kanpanyayê de guhertin û veghurtina hişmendiya zilam wê bi riya semîner û civînan veguherînin ne tenê ciwan bi dê û bavên xwe me kanpanya xwe birêxistin kiriye. Em bi riya semîner, civîn û sînevîzyonan li dijî zewaca di temenê biçûk de têdikoşin. Em dema behsa azadiya jinan dikin, behsa jina ku bi fikrên xwe azad dike dikin, ji ber ku em xwedî şoreş û serhildanên mezin in."

'Wê azadiya jinan bi azadiya Rêber Apo mîsoger bibe                                          

Firyal Temî di dawiya axaftina xwe de behsa jinên ku di nava saziyan de kar dikin kir û got: "Ev hemû jinên ku di nav kar û xebatê de ne, çi jinên ku cihê xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de digrin çi jî jinên cotkar ên ku di nav erdan de kar dikin Yekitiya Jinên Ciwan wan hempêz dike, ew pêvejoya dawî ya ku li ser me jinan tê meşandin em bi rihê berxwedan û têkoşîna komala YJC (Yekitiya Jinên Ciwan) li hemberî dewleta tirk li ber xwe didin. Wê ev berxwedan helbet azadiya jinan bi dest bixe. Berxwedana ku li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma jin, jiyan, azadî ku bi zarokên 7 salî heya 70 salî dest pê kir û li hemberî êrîşên rejîma Îranê li ber xwe didin em silav dikin. Em wek jin tu carî paşve naçin ji ber ku  dilê me ji bo azadiyê lêdaye. Hemû dewlet behsa azadiyê dikin lê azadiya wan xwe li ser kapîtalîzmê ava dike ji bo vê jî ez bang li tu dewletan nakim banga me li kesên ku li azadiya xwe digerin, ên ku dixwazin bijîn e. Felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya jinên Kurd e ji bo hemû jinên cîhanê ye, wê azadiya jinan azadiya wî mîsoger bike."