Yekîtiya Jinên Ciwan: Em xwe bi rêxistin bikin, jiyana azad biafirînin

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (YJC) Roheyv Agirî, xebatên jinên ciwan, bandorên şerê taybet a li ser jinên ciwan û rêbazên têkoşîna vegot.

DÎREN ENGÎZEK 

Qamişlo- Serkeftina herî mezin a Şoreşa Rojava ew ku jin di jiyan, siyaset û şer de rolên pir girîng girtin û wek faktoreke diyarker tên pênase kirin. Di bingeha gihandina jinan a vê astê de, fikrek azadiya jinan dixwaze û têgihîştinek ku gel di bin banê yekîtiya netewa demokratîk de bijîn heye. Bê guman pêşengên vê şoreşê ciwan û jinên ku pêkhateya herî dînamîk a civakê pêktînin. Ji ber vê jinên ciwan ji ber ku hem jin û hem jî ciwan in mîsyona pêşengtiyê dilêyzin û dibin hêza herî çalak a civakê.

Jinên ciwan ên ku ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve bi awayekî çalak xebat, birêxistinkirin û xebatên perwerdeyê dimeşînin, îro li her bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat dimeşînin, dixwazin li bajarên Sûriyeyê jî bi jinên ciwan re hev bicivin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên jinên ciwan yekem car di sala 2013’an weke Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger dest pê kir û bi konferansa ku di sala 2016’an de hate lidarxistin re navê Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) girt.

'Em girîngî didin xebatên perwerdeyê'

Em bi endama YJC’ê Roheyv Agirî re rewşa jinên ciwan, şerê taybet a li ser wan tê meşandin û xebatên dimeşînin axivîn.

Roheyv Agirî, diyar kir weke YJC’ê xebatê wan ya herî girîng xebatên perwerdeyê ne û bi vî rengî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên hişmendî kirinê dimeşînin. Roheyv Agirî ya got, "Bi destpêkirina şoreşê re di civakê de hişmendîbûyîn dest pê kir, lê em ji bo hîn zêdetir naskirina rastiya xwe û rastiya dijmin girîngî da xebatên perwerdeyê” û wiha berdewam kir:

“Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û parastina fikir û felsefeya Rêber Apo xebatên perwerdeyê bi awayekî bi hêz tên pêkanîn. Em van bi semîner, civîn û perwerdeyan rêxistin dikin. Xebatên hişmendîkirinê tên meşandin. Li hemberî gelê me û jinên ciwan êrîşeke mezin heye, nerêxistinbûyîna fikrên Rêber Apo bi xwe re xeteriyên mezin tîne. Hedefgirtina jinên ciwan û her tim li ser plan çêkirin, ji bo valakirina hundirê şoreşa me tên kirin. Ji bo li hemberî vê afirandina kesayetek azad ya xwe diafirîne, pêdivî guhertina feraset û perwerde heye. Ji ber vê yekê em di warê jinên ciwan de girîngî da xebatên perwerdeyê.”

Bi kampên Jineolojiyê re feraseta pênc hezar salî dişkînin

Roheyv Agirî, diyar kir jinên ciwan bê perwerde, bêbawerî û îrade tên hiştin û ji bo vê jî divê xwe perwerde bikin û wiha got: “Perwerde û semînerên akademiyê bi zimanê Erebî û Kurdî tên dayîn. Bi dîmenên wekî sînevîzyonê perwerde tên piştgirî kirin.

Roheyv Agirî da zanîn ku dema jinên ciwan rolên xwe nas dikin, kesayetek lêpirsîn û lêkolîner derdikeve holê û wiha axivî: "Jinên ciwan piştî van perwerdeyan dixwazin jiyanekî hîn watedartir û bi armanc bijîn."

Roheyv Agirî, diyar kir ku ji bo jinên ciwanan kesayeteke ku cewhera xwe winda kiriye bê afirandin, ji her aliyê vê êrîş tên kirin û wiha got:

“Em bi rêya kampên jineolojiyê perwerdeyê didin jinên ciwan. Ji bo guhertina feraseta mêr a pênc hezar salî ya ku ev feraset hîna zindî ye, hîna jî her roj dixwazin jinên ciwan xeniqînin û her roj detdirêjî û tundiyê bikartîne. Di kampan de hewl tê dayîn hem feraseta jin û hem jî mêr were guhertin. Ji ber ku ger feraseta jin û hem jî mêr neyê guhertin, em nikarin civakeke demokratîk ava bikin û nikarin civakekî ku her du cins jî wekhev bên temsîlkirin, ava bikin. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin perwerdeya jineolojiyê û li her qadê kampan vedikin.”

'Lingê herî girîng a xebatên me: Çalakî!'

Roheyv Agirî, dest nîşan kir wek YJC’ê aliyekî din a xebata wan çalakî ye û wiha got: “Welatê me di bin dagirkeriyê de ye, kesayeta me wisa ye, ji her alî ve êrîş hene. Tifaqên ku li ser gelê Kurd û Ereb tên meşandin hene. Ya rastî beriya li ser gelan û mezheban tifaqê bikin, li ser jinan tifaqa wan heye. Li hemberî vê yekê xurtkirina çalakiyan, nîşandana refleks û bertekên gelekî girîng e.”

Roheyv Agirî destnîşan kir divê kes bêdeng nemîne û wiha axivî: “Çalakiya yekemîn a ku me da destpêkirin ji bo azadiya Rêber Apo bû. Bêyî felsefeya Rêbertî ji bo me jiyan nabe. Xwedî derketina Rêbertî û şikandina tecrîdê gelekî girîng e, pêwîste di vê wateyê de çalakî bên pêkanîn.”

‘Heta Rêber Apo azad nebe, jiyanek asayî nayê jiyîn’

Roheyv Agirî, bal kişand ev demeke dirêj agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Rêbertî bê hiqûqî tê girtin û divê ev tecrîd bê şikandin. Heta Rêber Apo azad nebe, jiyaneke asayî jiyankirin tu caran nayê qebûlkirin. Jinên ciwan ên ji her temenî dikarin bi awayekî aktîf beşdarî vê pêvajoya çalakiyê bibin û rolek aktîf bilêyzin. Ji bo belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo, divê jinên ciwan çalakiyên xwe bidomînin. Ya ku me bi hêz dike, belavbûna fikrên Rêber Apo ye.”

Roheyv Agirî di dîrêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 24 saetan li qadan cih girtin û mêş pêkanîn ne têrkêr e. Em baweriya îradeya gel tînin û li ser vê bingehê jî xwe bi rêxistin dikin. Em dikarin çalakiyên cuda pêkbînin û wiha berdevam kir:“Di vê pêvajoyê de gelek konferansên me çêbûn. Ji bo belavkirina fikrên Rêber Apo û şikandina tecrîdê gelek konferans hatin lidarxistin. Dîsa me konferansên hemanên jinên azad bingeh digre pêk anîn. Li ser welatparêzî, ramana azad, rêxistinbûn, têkoşîn û etîk-estetîkê çi ye, nîqaşên pir cidî pêkanîn. Li ser vê bingehê der barê çi dikarin werin kirin de nîqaşên me çêbûn.”

'Em ê bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî bersiv bidin êrîşan'

Roheyv Agirî, da zanîn divê jinên ciwan bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî bersivê bidin êrîşan û wiha got: “Li ser welatê me, ax û jinan êrîş hene. Çawa ku şervanên jin li ber xwe didin û xwe bi ferasera şerê gelê şoreşgerî ji nû ve diafirînin, divê em jî ve yekê ji xwe re mînak bigirin.”

Roheyv Agirî, diyar kir ku divê jin bêyî ku li benda parastina mêran bin, xwe biparêzin û bi van gotinan bal kişand ser girîngiya xweparastinê: “Divê jinên ciwan xwe hêza xweparastina ava bikin. Divê xweparastina xwe pêkbînin divê ew li benda parastina mêran nemînin. An jî divê ji bo nêzîkatiyên weke “Ez li malê me, bila bavê min, birayê min min biparêze” hevî girê nedin. Tiştên ku em li Şengal û herêmên din ên dagirkirî dibînin berçavan e. Divê jinên ciwan bi her awayî xwe perwerde bikin û xwe biparêzin. Divê em ji vir vê ezmûnê derbixin."

‘Bi polîtîkayên şerê taybet bi îradeya jinên ciwan dilîzin’

Roheyv Agirî diyar kir ku bi polîtîkayên şerê taybet, îradeya jinên dişkînin û got: “Bi taybetî divê jinên ciwan li dijî şerê taybet xwe biparêzin. Jinên ciwan bêhêvî, bê manewiyat, bê armanc û bê lêgerînin dijîn. Nizanin çi dixwazin. Şerê taybet girseyek wiha diafirîne.”

Roheyv bi gotinên; “Şerê taybet jinên ciwan bi hezkirina sexte dixapîne, bi wateyek din mirov dikare bibêje bedena xwe difroşin” û axaftina xwe wiha domand: “Zarok û jinên ciwan di temenek biçûk de tên zewicandin. Kapîtalîzm li ser jiyana jinên ciwan bandorê çêdike. Wekî ku ji derveyî zewacê jiyan nabe. Her kes dikare bi tena serê xwe bijî û xwe bi rêxistin bike bi taybetî jî jin.

‘Hewl didin kesên bê armanc bê exlaq û bê pîvan biafirînin’

Roheyv Agirî anî ziman ku ji bo jinên ciwan di nava civakê de pêşengiyê nekin bi madeyên hişbir tên tevizandin û wiha got: “Tiryak pir zêde bûye. Hewl didin kesên bê armanc, bê exlaq, bê pîvan biafirînin. Ev hemû ji ber bandorên şerê taybet in. Dixwazin civakek ku bi ajoyên xwe tevdigere, aqilê xwe naxebitîne biafirînin.”

Roheyv Agirî wiha domand: “Şerê taybet îro li ser her malbatê bandor çêkiriye. Ev yek bi telefon û fîlmên tirkan dibe. Dewleta tirk çawa ku êrîşê me dike, her roj me qetil dike, wisa jî bi fîlmên xwe yên ku ji derveyî exlaqê civakî ne li ser fikrên mirovan bandorê çêdike. Teşwîqê hezkirina ji derveyî exlaq, zewac û têkiliyan dike. Em bandorên vê dibînin. Ger ku gelek jin ber bi xwekuştinê ve diçin, ev yek ji ber bêhêvîtî, bê armancî û bandorên şerê taybet e. Tenê riyek nîşan dide; mirinê û veqetîna ji civakê û jiyana bê exlaq.”

‘Ger berxwedan hebe çima ez ê jiyana bêrûmet hilbijêrim’

Roheyv Agirî bal kişand ku bi xwezîanîna jiyana li Ewropayê hewl didin welat vala bikin. Bi şerê taybet, polîtîkayên reşkirinê li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ten meşandin dixwazên armancên xwe pêk bînin û wiha domand: “Gelek jin dikevin riyan, di deryayan de difetisin. Wekî ku ber bi jiyanê ve biçin lê na. Ên ku herî zêde êrîşê welatê me dikin ev dewlet in. Divê rastî were dîtin. Divê mirov ji xwe bipirse. Ger îro li vê derê şervan hebin û ji bo min şer bikin, berxwedan hebe, çima ez jiyana bêrûmet hilbijêrim. Mirin jî jiyan jî divê bi rûmet be. Şerê taybet bi rêbazên bêexlaq tê meşandin û hewl didin welatê me vala bikin. Ger jinên ciwan û mirovên ciwan li welatê xwe nebin dê kî welat biparêze, kî rêveberiyê bike. Hêza çalak dê nemîne.”

Roheyv Agirî behsa êrîşên ku di demên dawî de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne kir û wiha got: “Dewleta Tirk kesên pêşeng hedef digre. Kesên ku civakê perwerde dikin, zana dikin qetil dike. Şehîd Vejîn, Wahet, Viyan û Nujiyan hevalên xwedî zanîn bûn, di warê rêxistinkirinê de xwe bi pêş xistibûn, bi taybetî wan hedef girtin. Em wan hevalan bi bîr tînin. Civakê gelek hişyar dikirin, ji bo jinên ciwan û ciwanan gelek caran dewreyên perwerdeyê li dar xistin. Em ê bi ruhê van hevalan xebatên xwe mezintir bikin.”

‘Em dixwazin bi pêngavek nû tola vê sedsalê bigrin’

Roheyv Agirî, behsa hemleya “Jin jiyan Azadi Serbixe û Azadî” kir û wiha behsa armanca bi vê pêngavê kir: “Em dixwazin bi vê hemleyê tola sedsalê bigrin. Bi felsefeya Rêber Apo teqez em ê bi ser bikevin. Azadî dê ya jinên ciwan û civakê be. Armanca me ya esasî azadiya fizîkî ya Rêberê me ye. Em dixwazin xebatên xwe yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dengê hemû jinên cîhanê re bikin yek. Bi dengê jinên ciwan ên Rojhilata Navîn em dixwazin bigihîjin hemû jinên cîhanê. Çawa ku li Rojhilat şoreşê bi dirûşma Jin jiyan azadî dest pê kir û li cîhanê belav bû, em ê di şexsê Jîna Emînî de tola hemû jinên hatine qetilkirin bigrin. Em ê vê şoreşê li her derê belav bikin.”

Roheyv Agirî da zanîn ku êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pir zêde ne ji ber vê yekê bang li jinên ciwan kir ku di ferqa pêvajoyê de bin û wiha got: “Ereb, Suryan, Ermenî û Çerkez dikarin xwe di nava pêngava me ya bi nave “Jin Jiyan Azadi Serbixe û Azadî” de bibînin. Weke YJC banga me ew e ku; jinên ciwan rol û misyona xwe baş bilîzin, tevli xebatan bibin, xwe bi rêxistin bikin û ber bi jiyana azad ve biçin. Bila tevli YPJ’ê bibin. Em bawer in ku jinên ciwan ên azadiyê dixwazin dê vê pêngavê bigihîjînin serkeftinê. Herî dawî em dibêjin “Jin jiyan azadî, Serbixe û azadî.”