Yekîtiya Jinên Ciwan 3’yemîn Konferansa xwe li dar xist
3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê “Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, em ê şerê azadiyê bi ser bixînin” bi tevlîbûna 500 delegeyan li bajarê Qamişlo hate li dar xistin.

Qamişlo – Bi dirûşma “Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, em ê şerê azadiyê bi ser bixînin” bi telbûna 500 delegeyan, Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Konferansa xwe ya 3’emîn li dar xistin. Kongra Star a Rojava, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Asayîşa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî konferansa jinên ciwan bû.
Hola konferansê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dovîzên bi dirûşma “Bi ruhê Zap, Avaşîn û Metîna, em ê tecrîdê bişkînin Kurdistana azad misoger bikin” hatibû xemilandin.
Ji konferansê banga xurtkirina têkoşînê
Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed ve wiha hate kirin. Remzîye Mihemed di axaftina xwe de anî ziman ku jinên ciwan bi pêşengtî û têkoşîna xwe dibin îlhama serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li çar aliyê cîhanê berbelav bûye, bal kişand li ser têkoşîna jinên ciwan a li dijî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne.
Remziye Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Em niha pêvajoyek giran re derbas dibin, rast e me gelek serkeftin bi dest xist, lê dewleta tirk îro êrîşî destkeftiyên me dike û bi rengekî cuda berê xwe da me. Niha jî siyasetek taybet hundirê civakê hildiweşîne û ruhê ciwanan vala dike. erka jinên ciwan ewe ku vê siyasetê vala derbixînin û komplo vala derbixînin. Îro qirkirinek siyasî û leşkerî li hember jin, ciwan û civakê didin meşandin. di şexsê gelê kurd de bi salane ku em çend meh şûnde derbasî sedsaliya lozanê dibin, dixwazin pilanek din li ser me bimeşînin. Divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Bi tevlîbûna bi sedan jin ku îro beşdarî konferansa Jinên ciwan bûne, rengê vê yekê dide diyar kirin ku ew ji her dem û pêvajoyê re amadene. Divê em asta xebat û şoreşa xwe bilind bikin. Divê em herêmên xwe ji destê dewleta tirk rizgar bikin û şoreşa xwe ji her tiştî biparêzin.”
‘Jinên ciwan şoreşa xwe biparêzin’
Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Rîm Dada anî ziman ku ruxmê êriş û gefên li ser heremê tê xwarin lidar xistina konferansa jinên ciwan serkeftin û girîngiyekê mezin e û wiha got: “Di konferansê de kar û xebatên Yekîtiya Jinên Ciwan ku daye meşandin hatin nirxandin û astengiyên ku hatin jiyîn hatin bi dest girtin. Salên ku me jiya tujî êrîş bû, ruxmê wê jî kar û xebatên girîng hatin meşandin. Konferansa me bi pêşengtiya Viyan û Nûjiyan ku ji aliyê dewleta tirk ve hatin şehîd xistin û di şexsê wan de me diyariyê Rêber Apo kir. Di konferansê de perspektîfên Rêbertî hatin xwendin. Her wiha rapora du salan ên kar û xebatên ku hatine meşandin hatin xwendin. Di heman demê de sînevîzyonek li ser kar û xebatên jinên ciwan de hat pêşandan.”
Rîm Dada anî ziman ku di konferansê de gelek xalên girîng ên li ser têkoşîna jinên ciwan û bihêzkirina rêxistinbûna wan hatiye meşandin û axaftina xwe wiah bidawî kir: “Riya çareserî û pilana me ya demê pêş çibin dê werin diyar kirin. Herî dawî em ê meclîsa xwe ava bikin da ku em li gor pêvajo û şerê gel ê şoreşgerî karê xwe bi rê ve bibin. Mijarên ku herî zêde em girîngî bidin ew e ku qetîlkirina jinan ji aliyê pergala, mêr, dewlet û zilamsalarî bi dest bigirin. Weke jinên ciwan jî em di nava şoreşê de cihê xwe digirin, ji me tê xwestin ku divê em destkeftiyên xwe biparêzin.”