Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava cejna Êzî pîroz kir
Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) bi daxuyaniyekê cejna Êzî li civaka Êzîdî pîroz kir.
Navenda Nûçeyan- Di daxuyaniyê de hat gotin hemwextî hilweşîna rejîma Baasˋê û êrişên bênavber ên dewleta Tirk li dijî herêmê cejna Êzî ya îsal hat.
Y.J.Ê.R di daxuyaniyê de behda koçberiya bi darê zorê ya xelkê Efrînê kir û diyar kir ku xelkê Efrînê êşên mezin kişandin û dikişînin.
Y.J.Ê.R dubare Cejna Êzî pîroz kir û anî ziman ku pîrozbahiyên îsal ji ber rewşa heyî tenê rêûresm in.
Êzidiyên li tevahî cîhanê 3 rojan li pey hev rojiyê digirin (sêşem, çarşem û pêncşem) û dûre roja înê Cejna Êzî ye. Ev cejn dike 20ˋê Kanûnê.