Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava bi mijara tundiya li ser jinan komcivînek li dar xist
Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava komcivînek ji bo nîqaşkirina mijara tundiya li ser jinan û tekoşîna li dijî wê li kantona Şehba Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, hat lidarxistin.
Şehba- Bi dirûşma "Têbikoşe dagirkerî û tundiyê têk bibe" Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava komcivîn bi boneya 25'ê Mijdarê li hola navenda çand û hunera navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Di komcivînê de endam û rêveberên sazî û meclisên herêma Efrînê amade bûn. Hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya Şengalê hat xemilandin. Komcivînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava Suad Hiso xalên komcivînê xwend.
“Tevî zagonan jî jin rojane rastî şîdetê tên”
Suad di xalên komcivînê de bal kişand ser roja 25'ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û berxwedana dîrokî ya jin ku di wê rojê de li hemberî şîdet û bindestiya mêrê desthilatdar. Di heman demê de di komcivînê de hat diyarkirin ku jin ruxmî qanûn û mîsaqên ku parastina jinan dikin hene jî lê dîsa rojane bi tundî û îşkenceyan re rûbirû dimînin û bi adetên civakê hatine fetisandin. Tundî bi avabûna desthiladariya mêr re ava bûye û pêş ketiye. Di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin serweriya dewleta tirk a dagirker de ne mînaka zindî ji cîhanê re ye ku tundî û îşkence li ser jinan tê meşandin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo ku azadiya jinan di nav xwe de dihewîne jinan dikaribû heya astekê xwe ji zindana malê û tundiyê rizgar bikin.
Piştî ku xal hatin xwendin pirs der barê tundiya ku li ser jinan tê meşandin de hatin pêşkêşkirin û deriyê nîqaşê ji beşdarvanan re hat vekirin û der barê tundiya li ser jinan û bidawîbûna wê nîqaş hatin kirin.
"Bi têkoşîn û serhildanê wê rê li ber şîdetê bê girtin"
Ji rêveberiya Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê Ayşe Sîdo, tundiya li ser jinan tê meşandin şermezar kir û behsa komcivîna ku li dar xistine kir û wiha got: "Bi hatina 25'ê Mijdarê re me komcivîn li dar xist. Şîdet bi avabûna zîhniyeta mêrê desthilatdar re bi pêş ket. Ji ber ku civaka Êzidî li ser koka xwe ya resen mabû şîdet bêtir li ser dihat meşandin. Neteweyên Yekbûyî 25'ê Mijdarê wekî roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ragihand lê li ser rûyê erdê û ruxmî zagonên ku parastina mafên jinan û civakê dikin hene jî dîsa heya vê kêliyê tundî û îşkence li ser civakê û bi taybetî li ser jinan tên meşandin. Li Şengalê tundiya herî xirab li ser jinên Êzidî hatiye kirin. Li herêmên dagirkirî çeteyên dewleta tirk rojane jinan bi tundiyê re rûbirû dihêlin û îşkenceyan li dijî wan dimeşînin. Ger zagon û biryarên dewletan cihê xwe rast bigirtana wê dawî li tundî û îşkenceyê bihata. Hedefgirtina jinan û binçavkirina wan jî cureyek ji cureyên tundiyê ye. Armanc ji vê hedefgirtinê ew e ku îrade û vîna jinên azad ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye, biçewisînin û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine binpê bikin. Em ê bi tekoşîn û serhildana xwe rê li ber tundî û şîdetê bigrin."