Yekîtiya Gelên Meksîkayê bi peyamekê daxwaza berdana endamên RJAK’ê kirin

Yekîtiya Gelên Meksîkayê bi peyamekê girtina sê endamên RJAK’ê weke siyaseteke dijî jinan bi nav kirin û li hemberî girtina endamên RJAK’ê banga xwedîderketinê kirin.

 
Navenda Nuçeyan – Hîna agahî ji 3 Endamên Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ê yên 5’ê Tebaxê dema ji merasîma bîranîna qurbaniyên fermana 74’an vedigeriyan, li asayîşa Kelek a Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin tuneye. Li gorî agahiyan rewşa tendûristiya endameke RJAK’ê ya girtî nebaşe û timî vedireşe. Di derbarê girtina sê endamên RJAK’ê de gelek peyamên piştevaniyê ji RJAK’ê re hatine şandin. Yekîtiya Gelên Meksîkayê jî bi heman aramcê peyamek ya piştgiriyê ji bo RJAK’ê şand û binçavkirina çalakvanên jin şermezar kir.
“Têkoşîna wan têkoşîna me ye”
Naveroka peyamê wihaye: “Em weke Yekîtiya Gelên Meksîkayê,  li gel têkoşîna Tevgera Jinên Kurdistanê ne, li dijî her êrîşek li ser jinên Kurd û gelê Kurd dengê emê xwe bilind bikin. Di encama têkoşînê de em bûne weke xwişk û bira. Ji ber vê  em dibêjin, eger êrîş li ser yek ji me çêbibe, emê hemû bihevre bersivê bidin. Em weke gelê Nauas yên herêma Cholulecayê têkoşîna gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd ji bo xwe nimûne digirin, ji bo em li berxwe bidin û parstina jiyana xwe bikin, têkoşîna jina Kurd dibe çavkaniya hêzê ji bo me. Dizanin ku ji bo em dijminê xwe yê hevbeş sîstema kapîtalîst ya baviksalar têk bibin, mesafe asteng nîne.”
Yekitiya Gelên Meksikayê siyaseta PDK ya li beramberî jinên Kurd şermezar kirin û wiha dom kir: “Em siyaseta Hikûmeta Kurdistana Iraqê ya bi berpirsyariya Barzanî ku bi hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê dijî jinên ji bo jiyanê têdikoşin û femînîstan şermezar û red dikin. Em weke Mala Gelan ya Cuanalá, Juan C. Bonilla, Puebla, México banga lezgîn ya berdana hevala Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Edbuldaqî û Seyran Ehmed Hesen ya ji aliyê PDK’ê ve ku bihevkariya Tirkiye û Amerîkayê kiriye dikin. Divê were zanîn, emê hevalên xwe bi tenê nehêlin û têkoşîna wan têkoşîna me ye.”