Yekitiya Êzidiyên Efrînê guhertina demografîk a li Efrînê şermezar kir

Yekitiya Êzidiyên Efrînê bi dirûşma "Efrîn rûmeta me ye, em canfedayên Efrînê ne" guhertina demografîk a li Efrînê şermezar kir.

Şehba –Piştî çirûska şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelê Efrînê jî xwe bi rêxistin kir û xwe bi xwe bi rêve bir. Her wiha pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen bi rihê wekheviyê dijiyan. Dewleta tirk di 18'ê Adara 2018'an de êrîşî Efrînê kir û di encamê de Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin. Her wiha bi hezaran mirovên resen ên Efrînê koçberî Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Piştî dagirkeriyê dewleta tirk dest bi guhertina demografiya Efrînê kir, her wiha cihên pîroz ên Kurdên Êzidî jî xirab kir û li gundên wan mizgeft ava kirin. Herî dawî rêxistinên Filistîn, Qeter û Ewropayê bi tensîqa bi dewleta tirk re hem yekîneyên niştecihbûnê hem jî malbatên filîstînî li Efrînê bi cih kirin. Li hemberî kiryar û guhertina demografîk a li Efrînê welatiyên li Şehbayê dijîn bi meşeke girseyî van kiryaran şermezar kirin.  
Meşê bi pêşengiya Yekitiya Êzidiyên Efrînê, bi dirûşma "Efrîn rûmeta me ye, em canfedayên Efrînê ne" li bajaroka Til Rifat a Kantona Şehbayê dest pê kir. Welatiyên ku beşdarî meşê bûn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Bi rastiya gelê şerker û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin" hatibûn hildan. Meş heta qada komkujiya Til Rifatê domiya.
"Gelê Kurd bi berxwedana xwe tê nasîn" 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Yekitiya Êzidiyên Efrînê Sûad Hiso siyaseta dewleta tirk li Efrînê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Êrîşên ku li dijî gelê Kurd pêk tên berdewamiya komploya navneteweyî ne û îro serkêşiya komployê dewleta tirk dike. Ev komplo di encama metirsiya hevparên Erdogan ji Kurdan hat çêkirin. Îro li Efrînê guhertina demografîk pêk tê û gelek dewletên cîhanê hevkariya dewleta tirk dikin li hemberî dagirkeriyek wiha bêdeng in. Her wiha dewleta tirk dixwaze Kurdan qir bike loma îro êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike. Lê dewleta tirk jî bila baş bizanibe ev gel bi serhildan û berxwedana xwe tên nasîn."
"Li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê li Efrînê Tirkiye bi Kurdên Êzidî re şer dike"
Endama Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê Medya Çawiş guhertina demografîk a li Efrînê şermezar kir û wiha pê de çû: "Dewleta tirk a dagirker li Efrînê, bi darê zorê Kurdên Êzidî derbasî mizgeftan dike û dixwaze bi zorê dev ji ola xwe berdin. Her wiha cil û bergên Îslamî li ser Kurdan û zarokên Êzidî ferz dike. Li Şengalê çeteyên DAIŞ'ê bi şûran hewl dan ku êzidiyan ji holê rakin, li Efrînê jî dewleta tirk bi ferzkirina ola îslamê, avakirina mizgeftan li gundên Êzidiyan û zewicandina jinên êzidî bi mislimanan re hewl dide vê siyaseta çewt berdewam bike. Lê çi dibe bila bibe hêviya me ew e ku em careke din vegerin ser axa xwe û li wir jiyana xwe ya wekhev bi hemû pêkhateyên xwe re bijîn."