'Yekîtî û hevgirtina gelan dê êrişan pûç bike'

Jinan diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze yekîtî û hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike û wiha gotin: “Lê bi rihê yekîtiya gelan û wekheviya hatiye jiyîn, dê planên dagirkeriyê qût bibe.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji 4'ê Cotmeha 2023'an ve dewleta Tirk êrîşên xwe ser azîmana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfirehtir kiriye. Di encama êrişan de jin û zarok her wiha binesaziya herêmê hatin hedef girtin. Êrişên dewleta Tirk yê li ser heremê heya niha jî didome. Jinên ku li Şehbayê dijîn bertekên xwe yên li dijî êrişên dewleta Tirk anîn ziman û gotin ewê bi yekîtî û hevgirtinê van êrişan vala derbixin.

'Armancên êrişên tên pêkanîn, yekîtiya nava gelan e’

Ji pêkhateya Kurdên Efrînê Ilfet Henan dest nîşan kir xortkirina yekîtiya gelan li dijî êrişên qirker kir û wiha got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava gelên herêmê de yekbûnek hatiye avakirin û pergala wekheviyê tê meşandin. Ev pergala Netewa Demokratîk ku hemû pêkhateyên civakê dor xwe dicivîne li dijî pergalên desthiladar û berjewendiyên wê ne. Bi  taybetî dewleta Tirk ku nexwaze Kurd destkeftiyan bi dest bixin, êrişên xwe li ser herêmê zêdetir û berfirehtir dike. Bi rêya van êrîşan yekbûna gelan tune bike û nakokiyan nav gelê herêmê ava bike. Li dijî êrîş û gefan yekîtiya me xurtir dibe û gelê herêmê di nava hevgirtinê de ne ku tu kes nikare vê yekbûnê hilweşîne. Ji ber ku ev hevgirtin li ser xwînê zarokên me hatiye avakirin. Li dijî êrîşan em xwedî îrade û biryar in û em ê serfiraz bijîn."

'Bi yekîtî û hevgirtinê em ê êrîşan vala derxînin'

Ji pêkhateya Erebên a kantona Şehbayê jî Mecdolîn Şêxo helwesta xwe li dijî êrîşên ku yekîtiya gelan hedef digire nîşan da û wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ji Ereb, Kurd, Tirkman, Ermen bê ferq û cudahî jiyanek wekhev û adelet dijîn. Li Şehbayê jî di bin siya projeya Netewa Demokratîk de ev wekheviya tê jiyîn. Di heman demê de sekina me li dijî êrîşan bersiva herî mezin ji dijmin re ye ku bi yekîtî û hevgirtinê em ê êrîşan vala derxînin. Em hêz û têkoşînê ji hevdu digirin. Rojek bê dê Erdoxan ji erdên me derkeve û berxwedana me serkeve. Ji ber erd erda me ye û welat welata me ye. Bi yek destî û bi fikirê azad ê Rêber Apo hêza me xurtir dibe."