Yekemîn şanogera Sûdanê di bombebaranê de hat qetilkirin

Aktrîsa Sûdanî Asia Abdel-Majîd di 3’ê Gulanê de di pevçûnên paytext Xartûmê encama guleyek topê ya li mala wê ket de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê pevçûnên ku di 15’ê Nîsanê de di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez de dest pê kiribûn, berdewam dike. Di 3’ê Gulanê de, yekemîn şanogera profesyonel a Sûdanê Asia Abdel-Majid a 80 salî di pevçûnên paytext Xartûmê de encama guleyek topê ya li mala wê ya li Bahrî ket de jiyana xwe ji dest da.

Nayê zanîn ku guleya topê ya ku bû sedema mirina hunermendê şanoyê ji kîjan alî ve hatiye. Biraziya Asia Abdel-Majîd daxuyaniyek da û diyar kir ku hunermend piştî teqawid buye bi vekirina dibistanek dayikê ya li kêleka mala xwe ya li Bahrî dest bi mamostetiyê kiriye û dema ku di mala xwe de bi tenê bû encama guleya topê jiyana xwe ji dest da û her wiha ji ber ewlehiyê cenazryê hunermend li baxçeyê dibistana dayikê hat veşartin.

Asia Abdel-Majîd yekem lîstikvana şanoyê ya profesyonel bû ku yek ji damezrînerên şanoyê li Sûdanê dihat qebûl kirin.

Tê zanîn ku di pevçûnên ku ji 15’ê Nîsanê û vir ve li welat didome de zêdetirî 500 kes jiyana xwe ji dest dane.