Jin naxwazin bi Talîbanê re têkiliya fermî bên danîn

Aktîvîstên mafên mirovan ên civîna Dohayê nirxandin, diyar kirin ku Talîbanê li Afganîstanê bi taybetî mafên jinan û zarokên keç mafên bingehîn ên mirovan binpê dike û diyar kirin ku tê xwestin welat ber bi bêîstiqrariyê ve bê xiriqandin.

Navenda Nûçeyan - Di civîna navnetewî ku bi mazûvaniya Qatarê tê lidarxistin û dê du rojan didome de li Afganistanê mafên mirovan û rewşa jin û zarokên keç jî hat nîqaşkirin. Ji bo civîna ku li Serokatiya Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin, ji 25 welatan tevlîbûn çebû. Di rûniştina civînê ku duh pêkhat de bal li ser binpêkirinên mafan ên ku jin ji perwerdehiyê heta jiyana kar li Afganîstanê rastî tên hat kişandin.

'Tiştên tên jiyîn metirsîdar in'

Aktîvîstên mafên mirovan ku civîna Dohayê nirxandin, diyar kirin ku Talîbanê li Afganîstanê bi taybetî mafên jinan û zarokên keç mafên bingehîn ên mirovan binpê dike û diyar kirin ku ev rewş metirsîdar e û veguheriyê aloziyê. Parêzvanên mafan balkişandin ku tê xwestin welat ber bi bêîstiqrariyê ve bê xiriqandin.

Jinan nameyek vekirî nivîsandibûn

Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Amîna Mihemed di civîna 17ê Nîsanê ya li Zanîngeha Princetonê hat lidarxistin de bal kişand ser îhtimala avêtina 'gavên biçûk' ji bo naskirina muhtemel a Talîbanê bi nîqaş û diyarkirina şert û mercan. Aktîvîstên jin ên Afgan ên ku diyar kirin naskirina Talîbanê ji aliyê cîhanê ve îxanetek e û bertek nîşanî daxuyaniyê hat dayîn dan. Koalîsyonek ku ji rêxistinên jinan ên Afganî pêk tê jî di 30’ê Nîsanê de ji aliyên ku li Dohayê li civinê hev civiyan re nameyek vekirî nivîsandi bû.

Bi Talîbanê re danîna têkiliyên fermî rastî bertekan hat

Di nameya ku hat diyar kirin di warê mafên mirovan de binpêkirinên giran ên Talîbanê hene û ji ber vê yekê jî ji danîna têkiliya fermî ya bi Talîbanê re bertekek tund nîşan da. Aktîvîstên jin û parêzvanên mafên mirovan ên Afganî ku bi rojan beriya civîna navneteweyî çalakiyên protesto pêkanîn, daxwaz kirin ku dibistan û zanîngeh ji bo jin û zarokên keç ji nû ve werin vekirin.

Kesên beşdarê civîna navneteweyî bûne dê îro bi du rûniştinan de îmkana dayîna teşwîqan ji Talîbanê re ji bo guhertina siyaset û çarçoweyên muhtemel ji bo tevlêbûna navneteweyî nîqaş bikin.