MKG: Rojnamegerî ne sûc e

MKG bi daxuyaniyekê bertek nîşanî li Amedê binçavkirina 2 rojnamevanan da, diyar kir ku rojnamegerî ne sûc e û got: “Em bang dikin ku demildest Esra Solîn Dal, Nurcan Yalçin û Derya Us demildest werin berdan.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) derbarê serdegirtina malan li Amedê ku rojnemavan Nurcan Yalçin û Derya Us hatin binçavkirin de daxuyanî da.  

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku operasyonên bi hinceta xebatên rojnamegeriyê asteng bikin berdewam dikin û ev tişt hate gotin: “Çapemeniya Azad dîsa bû hedefa operasyoneke nû ya binçavkirinê. Îro danê sibehê di serdegirtina malan de 2 rojnamevanên jin Nurcan Yalçin û Derya Us hatin binçavkirin. Her ku şer, xizanî, krîz û bêhiqûqî kûr dibe, rojnamevanên ku rastiyê radigihînin û dibin dengê gel hedef tên girtin. Em careke din tekez dikin ku em binçavkirina hevalên xwe yên rojnameger wekî astengiya ragihandina rastiyê dibînin.

‘Emê di ragihandina rastiyê de israr bikin’   

Weke rojnamevanên jin em dest ji israra xwe ya gihandina rastiyan a ji raya giştî re bernadin û li hemberî zext û binçavkirinan, paşve gavê navêjin. Em bang dikin ku demildest Esra Solîn Dal a ku di rojên borî hatiye girtin û di lêgerîna tazî lê hatiye kirin, Nurcan Yalçin û Derya Us ên îro hatine binçavkirin, demildest werin berdan û em careke din dibêjin; ‘Rojnamegerî ne sûc e’.”