Yekemîn Mîhrîcana Hesar derfetek ji bo hilberîna jinan e
Yekem Mihrîcana Hesar li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya hilberînerên herêmî hat lidarxistin. Zêdetirî 40 hezar kes çûn serdanê û gelek jin beşdar bûn.
MIHRÎBAN SELAM
Seyîdsadiq – Yekem Mihrîcana Hesar ya ku li başûrê Kurdistanê û bajarokê Seyîd Sadiq ê parêzgeha Silêmaniyê bi armanca danasîna berhemên cotkaran, berhemên herêmî û xwarinên Kurdewar hat lidarxistin û zêdetirî 40 hezar geştiyaran serdana festîvalê kirin.
'Mihrîcan cihekî guncav ji berhemên me re peyda kir'
Zaryan Mihemed ku pênc sal in di warê çêkirina kulîlkên xemilandî, tabloyan û seramîkê de dixebite, got: "Ez berhemên xwe bi riya rûpela xwe didim nasîn. Îsal em kêfxweş bûn ku derfet çêbû em di yekem Festîvala Hesarê de amade bûn. Wan cihekî guncav ji me re peyda kir û derfet dan me ku em berhemên xwe nîşan bidin."
Der barê hebûna jinan di festîvalê de, Zaryan Mihemed got: "Vê festîvalê karê me bêhtir da xuyakirin bû wesîle em bi mirovan re têkilî daynin. Min bawer nedikir ku dê eleqeyek ewqas baş ji berhemên me re were nîşandan û evqas daxwaz hebin. Bi taybetî jî ji aliyê ciwan û zarokan ve."
'Jin çavkaniya serbilindiyê ne'
Zaryan Mihemed der barê berhemên xwe de wiha got: "Ev cure seramîk ji bo sêwirandin û xemilandina hundirê malê tên bikaranîn. Kulîlkên xemilandî jî bala ciwanan bêhtir kişandine û dikarin wekî diyariyan werin kirîn. Ev festîval ji gelek aliyan ve ji bo min pir erênî bû, ez dikaribûn asoyên xwe berfireh bikin. Çalakî û derfetên kar ên jinan li herêmên cuda diguherin lê jin dikarin cih û bandora xwe bibînin; ji ber ku jin ji bo tevahiya Kurdistanê çavkaniya serbilindiyeke mezin in.”