Yekemîn dewreya perwerdeyê ji bo Desteya Jinan di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de hat vekirin
Meclisa jinan di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de li bajarê Minbicê û gundewarên wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 7'ê îlonê de yekemîn dewreya perwerdeya rewşenbîrî bi navê dewreya “Şehîd Sewsen Bîrhat” ji bo endamên meclisê vekir da ku jin di warê siyasî de bi hêz bibin.
SÎBILYA EL- ÎBRAHÎM
Minbic- Seroka meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bi navê Ezab El- Ebûd li ser dewreya perwerdeyê got; "Di vekirina dewreya perwerdey rewşenbîrî de li Minbicê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha temamkirina projeya Partiya Sûriyeya Pêşerojê di çareserkirina êşên hemû gelên Sûriyeyê de ye da ku Sûriye û tevahî gelên Sûriyeyê bigihîjin ewlehiyê û di serî de hemû pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bikin."
"Civak stûna bingehîn e û rola jinan tê de diyarker e"
Ezab El-Ebûd teqez kir ku çareserî bêyî beşdarbûna jinan nemaze di warê siyasî de ji bo nivîsandina destûra nû nabe û wiha pêl da gotinên xwe: "Em hêvî dikin ku ev pêngava îro ji bo avakirina civaka demokratîk a azad erênî û cidî be da ku civakek demokrat û bi ewle were avakirin. Civak stûna bingehîn e û di wê de jî jin heye ji ber ku ew her tim bingeha rastîn a guherînê ye û bandorê li ser hemû aliyên civakê dike."
Dewre li ser navê “Şehîd Sewsen Bîrhat” hat vekirin, şehîd Sewsen Bîrhat yek ji pêşengên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya ku di 9'ê Tebaxê de di encama êrîşeke hewayî ya balafirên artêşa tirk a dagirker li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşte asta şehadetê ye."
Berdevka Fermî ya meclisa jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliya Kaciwan ji ajansa me re axivî û got: "Divê desteya jinan bi hewldanên mezin û xurt dest pê bike, armanca me bi vê dewreyê nirxandina qonaxa ku em tê re derbas dibin e her wiha nirxandina rewşa me di warê siyasî, rêxistinî û civakî de ye û nirxandina karên partî yên ku em dikin û berpirsyariya ku dikeve ser milên me ye. Meclisa jinan her dem karibû hemû jinan birêxistin bike û hevgirtinê di navbera jinan de ava bike li gelek deverên Sûriyeyê wekî Minbic, Reqa, Tebqa, herêma Cizîre û her devera Sûriyeyê."
Der barê damezrandina meclisa jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya ku di 24'ê Mijdara 2020'an de hat avakirin de Xaliya Kaciwan dibêje: "Destpêkê meclisê bi planek çalakiyê dest pê kir û di nav vê planê de vekirina kursên perwerdeyê hebûn. Ji bo ku jin di hemû warên îdarî, siyasî, civakî de li ser asta hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêz bibin, ev dewre dewreya duyemîn e li bajarê Minbicê piştî vekirina dewreyek li herêma Cizîrê bi heman armancê hatiye vekirin."
Xaliya kaciwan di dawiya axftina de peyamek da û got: "Em jinên Partiya Sûriyeya Pêşerojê jinên xwedî prensîbên bilind û ramanên rasteqîn in, bi armanca yekitiya xak û gelê Sûriyeyê tevdigerin û dixebitin. Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku van ramanan bi cih bînin û em her gav dibêjin ku welatên erdnîgarî, siyasî, çandî û aborî li cîhanê birêve dibin piştgiriyê nadin jinan û ji bo azadiya jinan, ji bo tevgera jinan an ji bo hemû tevgerên azadîxwaz piştgiriyê nadin em bi peyama xwe ramana, xwe dîroka xwe û dîroka hemû jinan tevdigerin û bawer dikin ku wê roleke me ya girîng di çareserkirina aloziya Sûriyeyê û şerê ku li welat diqewime de hebe ev jî bi xwespartina dîroka gelan û dîroka jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."