Yekem jina misilman a peywira dozgeriyê digir e
Parêzer Sayima Mohsin di sibatê de, dê li Tetroil ê peyîwira Dozgeriya Giştî ya nû bigir e. Sayima yekem jina misilane ku vê wezîfeyê digir e.
Navenda Nûçeyan – Parêzer Sayima Mohsin dê şûna Serdozgerê Giştê yê Fedral a Mathew Scneider ku ji hêla serokê berê yê Emerîkî Donald Trump ve di 2018'an de hate destnîşankirin bigir e.
Sayima Mohsin hewceye ku namzeta Serokê heyî Joe Biden û erêkirina kongreyê bigire da ku bi fermî li ser kar bimîn e. Bi vê yekê ewê bibe jina yekem a misilman ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîlayê vê peywirê digir e.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê Samiya Mohsin li Ofîsa Dozgeriya Giştî ya DYE ya dijî Zordarî û Sûc Rêkûpêk, di tîmên Têkoşîna li dijî madeyên hişber û Yekîniya Sûcên Giştî de xebitiye.
Samiya Mohsin li Pakistanê ji dayik bû, ew misilmaneke koçber e ku bi eslê xwe Asyayî ye. Temenê wê 52 salî ye. Ji Zanîngeha Rutgers li Jersey mewzûn bûye û di 2002'de li Ofîsa Parêzerên Emerîkî dest bi kar kiriye. Niha jî alîkara serdozgerê giştî ya eyaleta rojhilat e.