Sepîdeh Qalyan: Li girtîgeha Sepîdarê ya Ahvazê îşkenceya sîstematîk tê kirin

Çalakvana sivîl Sepîdeh Qalyan bal kişand ser rewşa giran a girtîgeha Sepîdarê ya Ahvazê û diyar kir ku girtiyên siyasî û zarokên keç di bin şert û mercên nemirovî de tên ragirtin û ev yek wekî “îşkenceya sîstematîk” tê meşandin.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana sivîl û girtiya siyasî ya berê Sepîdeh Qalyan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X’ê daxuyaniyek parve kir û eşkere kir ku ji meha Çileyê vir ve şert û mercên girtiyên xwepêşander li girtîgeha Sepîdarê ya Ahvazê gelekî xirab bûne. Sepîdeh Qalyan, ku bi xwe berê di vê girtîgehê de mabû, da zanîn ku rewşa niha ji dema ku ew tê de dima pir girantir û metirsîdartir e.

‘Girtî di odeya nimêjê de ku ji pîvanên bingehîn ên jiyanê bêpar e tên ragirtin’

Sepîdeh Qalyan, piştî derbaskirina cezayê xwe yê nêzî şeş mehan, di 30’yê Gulana borî de ji Girtîgeha Vekîlabad a Meşhedê hatibû berdan. Sepîdeh destnîşan kir ku girtiyên nû hatine girtin di odeya nimêjê ya girtîgehê de tên ragirtin. Ev cih ji pîvanên herî bingehîn ên jiyanê bêpar e û girtî ji mafên xwe yên sereke tên bêparhiştin.

Di girtîgehê de mafên herî sereke tên sînordarkirin

Li gorî agahiyên ku Sepîdeh Qalyan parve kirine, girtî nikarin malbatên xwe bibînin, amûrên germkirin û sarkirinê li ber destê wan nîn e û mafê wan ê bikaranîna destşoyê (tuwaletê) hatiye sînordarkirin. Girtî di rojê de tenê sê caran dikarin biçin destşoyê, ku ev yek wekî nêzîkatiyeke nemirovî û rûreşker tê nirxandin.

Her wiha hat ragihandin ku girtî hê di dema birina girtîgehê de bi giranî tên birîndarkirin. Sepîdeh Qalyan da zanîn ku veguhestina hinek girtiyan bi rêyên nefermî û li ser motorsîkletan pêk tê.

Zarok û kesên temen mezin bi hev re tên ragirtin

Sepîdeh Qalyan di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa zarokên di girtîgehê de û wiha anî ziman: “Ji ber nebûna navendeke sererastkirinê ya taybet ji bo keçên di bin 18 salî re li Ahvazê, keçên biçûk û nûciwan neçar dibin ku li gel girtiyên mezin bimînin. Ev rewş bi temamî li dijî peymanên navdewletî û mafên zarokan e. Li gel vê yekê, li girtîgehê ava vexwarinê ya paqij nîn e, xwarin têrê nake û xizmetên tenduristiyê yên herî kêm jî peyda nabin.”

Di bin navê ‘cudakirina girtiyan’ de îşkence

Çalakvan Sepîdeh Qalyan destnîşan kir ku Rêveberiya Girtîgehê ji meha Çileyê vir ve sîstema “cudakirina girtiyan” ragihandiye, lê ev yek ne ji bo jihevveqetandina sûcan e, berovajî wê ji bo zêdekirina zextê ya li ser girtiyên siyasî ye.

Girtiyên siyasî di cihekî girtî û tarî de ku tîrêjên rojê nakevinê tên ragirtin. Gihandina wan a ji bo av, destşo û serşoyê gelekî sînordar e. Sepîdeh Qalyan ev kiriyar wekî “îşkenceyeke sîstematîk” bi nav kir û got ku bêparhiştina girtiyan ji hewcedariyên herî bingehîn, wekî amûreke zextê ji bo têkbirina berxwedana wan tê bikaranîn.