Yek jê jin cenazeyê 3 kesan li Hemayê hat dîtin

Yek jê jin cenazeyê 3 kesan ku ji aliyê çekdarên nenas ve hatibûn serjêkirin, li bejahiya bajarê Hema yê Sûriyeyê, hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan – Çekdarên nenas li bejahiya bajarê Hema yê Sûriyeyê 3 kes bi alavên tûj serjê kirin. Cenazeyên hersê welatiyan li keviya rêya gundê Mişrifê yê bejahiya bajarê Misyafê hatin dîtin.

Hat zanîn ku ew hersê kuştî ji xelkê taîfeya Elewî ne û beriya hefteyekê hatibûn revandin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêk îsal ve, li tevahî parêzgehên Sûriyeyê 129 êriş li dijî welatiyan çêbûne, di encamê de 248 mêr, 7 jin û zarokek, bi giştî 256 kes hatine qetilkirin.