‘Em sê nifş in li vir in edaletê dixwazin’

Neviya Îbrahîm Çelîk, Berfin Çelîk ku di çalakiya Dayîkên Şemiyê de axivî, diyar kir ku ew sê nifş in li Qada Galatasarayê lêgerîna edaletê didomînin û got, "Meraqa li ser aqûbeta wan ji bo me bûye cureyekî îşkenceyê, em dixwazin rastiyê bizanin."

Stenbol – Dayîkên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin dipirsin û dixwazin kujer bên darizandin, çalakiya xwe ya hezar û 122’emîn li dar xistin.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ên ku 10’ê Tîrmeha sala 1994’an li Êlihê ji aliyê Hîzbullahê ve ji malên xwe hatin girtin û hatin windakirin, hat pirsîn. Beşdarên çalakiyê, wêneyên kesên di bin çavande hatine windakirin û qetilkirin û qurnefîlan hilgirtin. Sekretera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Jiyan Kaya, metna çapemeniyê ya çalakiyê xwend.

Jiyan Kaya, da zanîn di salên 1990’î de gelek kes ji aliyê Hizbullahê ve hatin revandin û windakirin û got: "Tevî hebûna gelek delîl û şahidiya ku nîşan didin ev tawanên giran bi parastin, piştgirî, çavgirtin û hêsankirina burokrasiya ewlekarî û îdarî hatine kirin jî, der barê van tawanan de tu destwerdaneke bi bandor pêk nehat. Di şeva 10’ê Tîrmeha 1994’an de, çar kesên rûpoş û çekdar li deriyê malbata Çelîk dan û Îbrahîm Çelik bi hinceta ku 'cihekî nîşan bide' ji malê birin. Kurê wî yê 19 salî Edîp Çelîk jî ji bo ku bavê xwe bi tenê nehêle, li pey wan çû. Dema ku bav û kur venegeriyan malê, malbat serî li cendirme û polîsan da. Malbatê piştre serî li dozgeriyê dan. Der barê bûyerê de navên endamên Hizbullahê Talat Ruzgar, Ezîz Onluk, Îlhan Onluk, Resul Guneş û Çetîn Dursun wekî kesên têkildar nîşan dan."

‘Gavên pêwîst nehatin avêtin’

Jiyan Kaya, diyar kir ku hemû serlêdanên malbatê bi ser neketin û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo guhdarîkirina şahidan, lêpirsîna gumanbaran û eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê bi awayekî tam, gavên pêwîst nehatin avêtin. Tu agahiyek din der barê Îbrahîm û Edîp Çelik de nehat bihîstin. Lêgerîna Merese Çelîk, ji aliyê zarok û neviyên wê ve didome. Çiqas sal jî derbas bibin em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

‘Em sê nifş in li Qada Galatasarayê ne’

Piştre neviya Îbrahîm Çelîk, Berfin Çelîk axivî û got: “Ez neviyeke ‘Şemiyê’ me. Em sê nifş in li Qada Galatasarayê ne. Meraqa li ser aqûbeta wan ji bo me bûye cureyekî îşkenceyê. Gelo wê çend nifşên din vê yekê bijîn? Em dixwazin rastiyê bizanin. Weke malbatê em ê ji bo Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”