Xwepêşandanên li Sûweydayê didome: Em gav paş de navêjin

Xwepêşandanên Sûweyda ev sê mehe berdewam dike, jinên ku bejdarî xwepêşandanê bûne diyarkirin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn wê xwepêşandanên wan dom bikin.

ROCHELLE JUNIOR

Sûweyda – Xwepêşandanên gel li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê ku nifûsa Durzî lê zêde lê dijîn berdewam dikin. Di meha sêyem ya xwepêşandanên Sûweyda de bi sedan kesan di 8’ê Mijdarê de li qada Karama kom bûn û daxwaza mafê xwe kirin.

Texrîd El-Basit yek ji beşdarên xwepêşandanan diyarkir ku armanca wa a daketina qadan ew e ku bi wêrekî  tiştên di hindirê xwe de bînin ziman û got: “Ev bi salane azadiya me hatiye tepesandin, heta ku gel negiha azadiya xwe divê kombibin û xwepêşandanên xwe bidomînin. Li vê derê gelek bûyerên dizî û revandinê heye, jin li dijî vê yekê di van sê mehên dawî de ji bo azadiya xwe qadan in. Desthilatdariya Esed em sed sal paş ve bir. Gel ji welat koç dike. Di her malekê de sê-çar kes li derve hene.”

‘Divê em xwedî mafê xwe derbikevin’

Jina bi navê Manal Nader wiha got: “Piştî sê mehan ji tevgerê me dest pê kir û  azadiya ramanê heye û gel jî xwe ewle kir. Ji ber ku veguhertina aştiyane ya desthilatdariyê daxwaza me a yekem û dawî ye. Em dê li ser helwesta xwe berdewam bin û li rûxmê zivistanê ji divê em derkevin meydanan û daxwaza mafên xwe bikin, ji bo ku em gotina xwe bigihînin heta serxwebûna siyasî bi dest dikeve û rêjîm têk diçe.”

‘Edalet ji bo me hemûyan e’

Xwepêşandera bi navê Sahar Cerîra wiha got: “Dema têkçûnek di şert û mercên jiyanê de û bêparbûna ji maf û pêdiviyên mirovî çêbibe, bertek û nerazîbûna xelkê dxwezayî ye ku ji bêedaletî û çewisandinê rizgar bibe. Divê tevgera pêkhateyeke siyasî ku nûnertiya tevahiya herêmê dike, bê avakirin û çalakiya jinan diyar e. Ji ber jin bingeha avakirina civakê ne û ji bo bi destxistina tevgerê, di tevgerê de xwedî roleke bibandor û bingehîn in. Edalet ji bo me hemûyan.