Li zanîngeha Azad a Tehranê xwendekarek jin rastî êrîşê hat

Li zaningeha Azad ya Îranê xwendekarek jin bi hinceta ku li gor qanuna hicabê tevnegeriyaye ji aliyê hêzên ewlekariya zaningehê ve rastî êrîşê hat. Hat ragihandin ku xwendekara jin rakirine nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Kanala Xwendekarên Pêşverû ragihand ku di 9’ê Mijdarê de xwendekarek jin li zanîngeha Azad ya paytexta Tehran  Îranê bi hinceta ku qanûna hicabê pêk neaniyê ji aliyê hezên ewlekariya zanîngehê ve rastî êrîşê hatiye. Kanalê li ser Telegramê teqez kir ku hêzên ewlekariyê dema xwendekara jin dehf dane xwendekar ser hişê xwe çûye û bêyî ku tu zanyariyek derbarê tendirustiya wê de hebe rakirin nexweşxaneyê.