Xwepêşandanên li Îsraîlê di hefteya 34’an de ye

Xwepêşandanên li dijî qanûnên hikûmeta Bunyamîn Netanyahu yên ku rayeyên Dadgeha Bilind li Îsraîlê sînordar dike, di hefteya 34’an de berdewam kir.

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên ku her roja şemiyê li dijî rêziknameya hikûmetê ya ku desthilata dadweriya bilind sînordar dike, bi serokatiya serokwezîr Bunyamîn Netanyahu li Îsraîlê tên lidarxistin, di hefteya 34’an de ne. Vê hefteyê li seranserê welêt xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Bi deh hezaran daketin kolanan

Bi deh hezaran Îsraîlî li dehan xalên cuda li seranserî welêt, bi taybetî li bajarên wek Tel Avîv, Qudsa Rojava, Heyfa û Herzliya beşdarî xwepêşandanan bûn. Xwepêşanderan bi def, fîrik û bilûrên hewayî dirûşma “demokrasî” qîr kirin.

Pankarta sereke “Û ew welat dişewite...” bû

Xwepêşanderên ku her hefte pankarteke mezin a bi dirûşma sereke li Kolana Kaplan vekirin, pankarta ku wêneyê Bunyamîn Netanyahu û hevjîna wî Sara Netanyahu û li ser nivîsa “Ew welat dişewite...” hilgirtin.

Komkujiya Filistîniyan hat protestokirin

Li Tel Avîvê xwepêşanderan bi cilên spî û tabûtên sembolîk ji Qada Habîma heta Kolana Kaplan meşiyan û îsal qetil kirina 159 Filistîniyan protesto kirin. Hin xwepêşanderan li dijî gotinên Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Îtamar Ben Gvir ên der barê azadiya tevgerê ya Filistîniyan de pankartên “Bibore Mihemed” hilgirtin. Xwepêşanderan li Qudsa Rojava xwepêşandanên xwe bi kombûna li kolana Azza ya li nêzî mala Bunyamîn Netanyahu berdewam kirin.